Komelên Ciwan: Şehîd Rizgar nîşaneya ked, wêrekî û ruhê ciwantiyê bû

Koordînasyona Komalên Ciwan ji bo rojnamevan Rizgar Adanmiş ê ku ji ber êrîşa DAÎŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona Komalên Ciwan ji bo rojnamevan Rizgar Adanmiş ê ku ji ber êrîşa DAÎŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘DI DEMÊN ZEHMET DE HER TIM ŞOPDARÊ DOZ WELATÊ XWE Û NIRXÊ XWE BÛ’

Daxuyanî wiha ye:

“Şehîd Rizgar ji malbateke wisa ye ku ev malbat ku ji destpêka salên têkoşîna azadiyê heya roja îro bi partiyê re meşiyaya. Malbata şehîd Rizgar di Botanê de di şert û mercên zehmet de li hember her cure êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi berxwedanî û têkoşîna xwe ve bûye bersiv. Di demên zehmet de her tim bûye şopdarê doza welatê xwe û nirxên xwe.

‘DI TEMENÊ BIÇÛK TE RASTIYA DIJMIN NAS KIR’

  Şehîd Rizgar jî wek şopdarê vê kevneşopiya têkoşîn , wêrekî û berxwedêriyê , bi ruh û nasnameya xwe ya  ciwanti ve bûye nîşaneya ked , wêrekî û ciwantiyê. Di temenekî biçûk de bi naskirina rastiya dijmin ve dilê xwe bi hestên tolhildanê ve dagirtiye û wek ciwanekî Kurd li hemberî dijmin serî hildaye.  Şehîd Rizgar bi vî ruhî di her karê xwe de encamgirtî û serkeftî bû. Li her cihê ku lê dima, bi ruhê ciwantiya xwe wek çavkaniya moral, coş û heyecanê bû.  Di qadên cuda yên têkoşînê de wek pêşengekî, bi ruhê serkeftinê ve tevgeriyaye û navê xwe di nav dîroka qehremantiyê de daye nivîsandin. Ji bo ciwanên Kurd, taybet ciwanên kampa Şehîd Rustem Cûdî di vê pêvajoyê de bi têkoşîn û berxwedaniya xwe ve bûye wek bangawaziyeke  xeta têkoşîn û  serîhildanê.

‘EM Ê TÊKOŞÎN Û BÎRANÎNA RÊHEVAL RIZGAR BIGÎHÎNIN SERKEFTINÊ’

 Em wek Komalên Ciwan ji malbata şehîd Rizgar Adanmış a welatparêz,  têkoşer û bi nirx re sersaxiyê dixwazin û em di kesayeta rêheval şehîd Rizgar Adanmiş de sozê didin ku em ê têkoşîn û bîranîna rêheval Rizgar bigihînin serkeftinê.”