Komela Îslamî namzetên xwe dane naskirin

Serokê Komala  Îslamî Alî Bapîr li Hewlêrê dema ku namzetên parlamentaran da naskirin referanduma 25’ê Îlonê da naskirin û got, "referandûmê pir ziyan gihande me."

Partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê ya 12’ê Gulanê xwe hazir dikin. Serokê Komela Îslamî Alî Bapîr Şemiyê li Hewlêrê bi merasîmekê namzetên xwe da naskirin.

Bapîr axivî û got, "referandûma kulek a ku me kirî ziyaneke mezin da me" û got, heke partiyên siyasî xurt bin Kurd dikarin bigihin mafên xwe.

Bapîr encwamên referandûmê rexne kir û got: "Binerin referadûma kule ku me kirî ziyaneke çawa da me, encamên kambax anîn. Naxwe ev der û Bexda ne du tiştên wiha ne ku ji bikaribin ji hev werin qutkirin. Heke em li vir xurt bin em dikarin Bexdayê bi roleke baştir rabin û mafê xwe bi dest bixin."

‘ME BI YEKGIRTÛ RE TIFAQ NEKIR’

Berpirsê Duhokê yê Komale Îslamî Abdulstar Mecîs jî got Yekgirtû xwestiye ku bi wan re tifaqê bike lê wan qebûl nekiriye, gelek sedemên wê hene û got, ‘’hewceyî pê nîn e bê ka sûcdar kî ye.’’

Namzetê Komele Îslamî Selîm Şuşkeyî jî got wan dirûşmek ku Destûra Iraqê vedihewîne diyar kirine û got, "Di destûrê de para herêma Kurdistanê" diyar e. Tişta ku ji bo ku me wekî dirûşm diyar kiriye ji bo ku destûrî ye bi dest ve anîna wê ne zehmet e.

Komela Îslamî 20 jê ji bo Herêma Kurdistanê bi tevaî bi 24 namzetan tevlî hilbijartinê dibe.