Komalên Ciwan li dijî dagirkeriyê banga seferberiyê kir

Koordînasyona Komalên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêma Bradostê banga seferberiya topyekûn li ciwanan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Komalên Ciwan de hate ragihandin ku operasyona artêşa Tirk a ji bo dagirkirinê ya li herêma Bradostê li pêş çavên dinyayê didome û hate gotin, "Êrîş roj bi roj bi şêweyên nû didomin."

Koordînasyonê diyar kir, "Êrîş parçeyên planeke sîstematîk e. Dixwazin rehên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibirin û gelê Kurdistanê yê ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin hîn bêhtir bê parçekirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tevgera Ciwanên Apoyî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên topeykûn em banga seferberiyê li ciwanên Kurdistanê dikin. Rojeva sereke ya Komalên Ciwan ê ji niha û pê ve têkbirina dagirkeriya TC a li Başûr be. Ji bo vê yekê jî em ê hêza xwe seferber bikin. Rojeva esasî ya karê rêxistinbûna me wê têkoşîn, çalakî û pêşengiya li dijî dagirkeriyê be. Kobanê û Efrîn çi be Bradost jî bi heman rengî ye. Çawa ku ciwanên Kurdistanê yên leheng li Kobanê û Efrînê heta hucreyên xwe seferber bûn û pêşengî ji şer û çalakiyan re kirin roj heman roj e. Di vê çarçoveyê de em bang li ciwanên Kurd ên li Bakur, Başûr, Mexmûr, Şengal, Rojava, Rojhilat û Ewropayê dikin ku bi serhildanê xaka xwe biparêzin û bi vê armancê seferber bibin.

Herî zêde gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê bi nirxên ku ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdidstanê ve hatine afirandin zanin. Êrîşên tên kirin li dijî van nirx û destketiyane. Têkbirina êrîşên TC'ê û qewirandina TC ji xaka Başûrê Kurdistanê wezîfeya herî mezin a ciwanên şoreşger û welatparêz ên li Başûr e. Ji ber vê yekê avabûna hêzên xweparastinê yên Başûr ku bi hişmendiya parastina xaka xwe ava bû gelekî girîng e û li dijî dagirkeriya TC gaveke gelekî watedar e. Ciwanên welatparêz û leheng ên Başûrê Kurdistanê bi vê pêngava xwe nîşan dan ku ji bilî berxwedan û şer rêya parastina namûs û xaka xwe nîne."

Di daxuyaniyê de her wiha çalakiya mertalên zindî jî hate silavkirin û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku tevlî têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku bi şiyara 'SERÎ HILDE, DAGIRKERIYÊ PARÇE BIKE' li her qadê rabin serhildanê."