Komalên Ciwan: Girîng e ciwan di nava eniya 'NA' de cih bigirin

Komalên Ciwan: Em bang li rêxistinên ciwanan ên welatparêz, demokrat, xwendekar, antîkapîtalîst, sosyalîst û şoreşger dikin. Li dijî Erdogan, ku Hîtler ê qelp e, em di nava eniya NA de cih bigirin.

Koordînasyona Komalên Ciwan, li ser referandûma 16'ê Nîsanê daxuyaniyek weşand. 

Koordînasyonê diyar kir, hêza bi serkêşiya Erdogan ji bo xwe rewa bike û desthilatdariya xwe misoger bike, nîqaşa destûra bingehîn a nû xistiye rojevê û destnîşan kir, eniya AKP-Tayyîp Erdogan û eniya faşîst MHP di heman blokê de cih girtine û hewl didin civakê bi zilmê razî bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên ku dîktatoriya Erdogan qebûl nakin, eniya demokrasiyê ya gelan, bi taybetî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelek derdor li dijî vê êrîşkariyê di eniya NA de têkoşîna xwe ya demokrasiyê bi rêxistin kirine.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Pêwîste eniya têkoşînê ya ciwanên şoreşger, demokrat û welatparêz jî eniya NA be. Mezinkirina têkoşîna demokrasiyê li ser vê bingehê, wezîfeya me ya sereke ye. Şerê di dema dawî de sor bû, zilma giran, Rewşa Awarte, şewitandin û hilweşandina bajarên Kurdan bi rêya biryarnameyan, dagirkirina Sûriyeyê bi armanca qelskirina Kurdan û şerê bê exlaq ê li dijî gelê Kurd tê meşandin, rûyê eşkere yê vê bloka faşîst e. Lewma, erêkirina van daxwazên vê blokê -ku navê guhertina destûra bingehîn lê kirine- tê wateya erêkirina van hemû êrîşan.

Halbûkî rastiyeke misoger heye: Li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê kaoseke civakî û krîzeke aboriyê heye. Şer, zilm û şîdet li dijî jin, ciwan û tevahiya civakê bi tundî dewam dikin. Ax, av, mirov û her tiştên welatê me, bi polîtîkayên qirkirinê yên faşîzmê tên talankirin, tinekirin. Mirovan dikin dijminê mirovan û navekî sosret ê 'mayîndetiya dewletê' lê dike. Qaşo ji bo mayîndetiya dewletê, dixwazin vê sîstemê û destûra bingehîn bidin qebûlkirin. halbûkî ev dîktatorî dijminê Kurdan e, dijminê demokrasiyê ye. Hevpariya ji polîtîkayên înkar û tinekirinê, hevkariya ji sûc û gunehên faşîzmê ye. Karê herî mezin ê du salên dawî yê bloka faşîzmê ew e, ku her der kiriye qada şer û binpêkirina mafên mirovan."

Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir, ku di serî de Tevgera Azadiyê ya Kurd, eniya demokrasiyê jî têkoşîna xwe mezin kirine, berxwedan dewam kirine û îro jî li zindanan ev xeta berxwedanê dewam dike, şoreşger bi bedena xwe li dijî faşîzmê derdikevin.

Koordînasyonê diyar kir, rabûna li ber vê bloka faşîst, dayina dengê NA, erê însanî û welatîbûnê ye û wiha dewam kir: "Di vê referandûmê de dayina dengê NA tê wateya rabûna li ber komkujiyan, înfazan, kuştinan, înkarkirina gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê. Em bi taybetî bang li rêxistinên ciwanan ên welatparêz, demokrat, xwendekar, antîkapîtalîst, sosyalîst û şoreşger dikin. Li dijî Erdogan, ku Hîtler ê qelp e, em di nava eniya NA de cih bigirin û eniya na xurt bikin.

Ji ber vê yekê, di van rojên dawî de em karê xwe yê rêxistinbûnê di asta herî bilind de bimeşînin. Bi taybetî, ciwanên welatparêz divê li Kurdistanê û metropolan bi erka xwe rabin. bi hêza ji qîrîna berxwedana zindanan, berxwedana xwe geştir bikin. Bi nêzîkatiya 'Em ê bi dengê NA bi ser bikevin' pêwîste her kes xwedî li sindoqan derkevin, bi berprisayrî rabin û heta dawiyê sindoqan biparêzin. Ji bo pêşî li lîstikên çeteyên AKP'ê yên faşîst were girtin, divê ciwan sindoqan biparêzin. Ev yek beriya her kesî wezîfeya ciwanan e. Bi xêr, wê têkoşîna me ya demokrasiyê bi ser bikeve."