Komalên Ciwan: Em ê AKP-MHP’ê parçe parçe bikin!

Komalên Ciwan biryaren civîna 20-23’yê Kanûnê ragihand.

Koordînasyona Komalên Ciwan encamên civîna 2017’an di navbera 20-23’yê Kanûnê de ragihand.

Di encamnameyê de hate gotin, ‘’Civîna me ya salê piştî Kongreya 5’an a Komalên Ciwan ji ber sedema ku civîna herî berfieh e bi wesfê konferansê ye’ û hate gotin:

‘2018 QEDERÊ TAYÎN DIKE’

‘’Di serî de krîz û kaosa li Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê ya pergala modernîteya kapîtalîst, geşedanên siyasî û leşkerî, hemû geşedan bi berfirehî hatine nirxandin. Heman demê, xebatên rêxistinî, îdeolojîk, pêvajoyên têkoşîna çalakî bi rengekî berfireh hatine nirxandin,perspektîfên serkeftin û pêşengiyê yê sala nû ya têkoşînê hatine berbiçavkirin. Li ser rola diyakirina çarenûsê ya sala 2018’an hatiye rawestand û di vê xalê de rola pêşeng a dîrokî ya ciwanên Apoyî hatiye destnîşankirin, hatiye zelalkirin ku peywira serdema nû şoreş û azadî ye.

ŞEHÎD HATIN BIBÎRANÎN

Di encamnameyê de hate destnîşankirin tevgera ciwanên Apoyî şoreşa azadiyê ya Kurdistanê, 40 salên tije serkeftina mezin a dîrokî li pey xwe hiştiye, di vê sala têkoşînê de ku bi konsepta tasfiyekirina giştî her çendî hatibe xwestin ku têkoşîn were fetisandin, qedandin û her çendî berdêlên giran hatibin dayin jî di serî de berxwedaniya Imraliyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di şexsê fermandara mezin Delal Amed û şehîdên fedaî de li dijî faşîzma har berxwedaniyeke mezin hatiye nîşanda, vê rengê têkoşînê diyar kiriye û dijmin pûç kiriye.

Û hate gotin, ‘’Li ser vê zemînê civîna me berxwedaniya bêhempa ya ku Rêber Apo di pergala êşkenceyê ya Imraliyê de pêk anî hatiye slavkirin. Civîna salane ya Komalên Ciwan di serî fermandara mezin a gerîla Delal Amed û di wê demê de ku dema civîna me dom dikir me agahiya şehîdbûna wî wergirtî û di tevgera ciwanan de, di demên bihurî de xwedî kedeke mezin e, diyarî hevrê Rizgar Adanmiş hatiye kirin.’’

Bi berdewamî hate gotin ku şehîdên têkoşîna azadiyê bi hurmet û minet hatine bibîranîn û di salvegera şehîdên berxwedaniya xwerêveberiyê Ş. Çiyager, Ş. Andok û Ş. Axîn de, sond hatiye xwarin ku tola hemû şehîdan were hilanîn, xeyalên wan bi şoreşê were tacîdarkirin. Her wiha hate gotin  civîn diyarî Mawa Torî, Mervan Amed û Argeş Botan hatiye kirin ku îsal li çiyayên Bakurê Kurdistanê şehîd bûne.

 ‘’EM Ê HEMÛ HÊZA XWE SEFERBER BIKIN’

Bi berdewamî di daxuyaniyê de pêngava Serî Hilde hate destnîşankirin û hate gotin, ‘’Di serdemeke wiha de ku geşedan û guherînên dîrokî dibin, pêkhatina civîna me, bi coşî û morala mezin a pêngava Serî Hilde serfiraziya teqez wê bi pêşengiya ciwanên Apoyî pêk were.’’

Her wiha hate diyarkirin ku di haziriyên sala nû ya têkoşînê de li hesabê xistine sala bihurî ya têkoşînê, rast tespîtkirina têrnekirinan û li ser encaman dahurînên berfireh û planziyên berfireh pir girîng bûye û wiha hate gotin, ‘’Di sala 40’î ya şoreşê ya PKK’ê de, ji bo ku Tevgera  Ciwanên Apoyî mîsyona xwe ya pêşengiyê bi temamî bi cih bîne, em ê hemû hêza xwe seferber bikin û wê bibe saleke wiha ku em li serfiraziyê asê bibin.’’

Komalên Ciwan di encamnameyê de diyar dike ku Şerê 3’an ê Cîhanê yê bi navenda Rojhilata Navîn û Kurdistanê her ku diçe ji hêla naveroka xwe ve bi berfirehiya xwe giran dibe,şerê desthilatdariya dîrokî ya hêzên hegemonîk, nakokî giran dibin û dibe sedem ku ev bi berxwerehî were jiyîn; şerê ku tê jiyîn li ser zemîna îdeolojîk, leşkerî, siyasî, çandî û dîplomatîk bandorê ji nêz ve li ser têkiliyen rojane,  polîtîkayên nakok dike û ev rewşa ku dikare weke şerê di navbera şaristaniya dewletî û demokratîk de were şîrovekirin, bûye sedem ku cografyaya Rojhilata Navîn bibe navenda geşedanên siyasî yên derasayî.

Bi berdewamî naskirina Qudsê ya bi paytexstbûna Israîlê ya ji hêla DYA’yê ve weke ‘destpêka mudaheleya nû ya li Rojhilata Navîn hatiye şîrovekirin’ û di ser Qudsê re ‘bi rengê ku planên li ser Îranê hatiye sazkirin’ hatiye şîrovekirin.

Di encamnameyê de hate gotin hewldanên reformekirina dewletnetewên herêmê ya bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst pûç derketine, krîz û kaosa avaniyê ji hêla pergala hegemon ve û netewdewletan ve bûye zaboqek û vê jî rola Tevgera azadiyê ku nûnerê herî girîng ê xeta şaristaniya demokratîk e bi rengekî bê nîqaş derxistiye holê.

‘SERKEFTIN PÊK HATIN’

Di encamnameyê de her wiha têkbirina DAÎŞ’ê ya li Sûriyê û Rojava hate destnîşankirin û hate gotin ‘Piştî serfiraziya Reqayê li herêmê ew tespît hatiye kirin ku hevsenga siyasî û leşkerî li bin guhê hev ketine.’’

Li ser Bakur jî hate gotin faşîzma AKP’ê bi kirinên xwe yên ji 12’ê Îlonê wêdetir hewl dide ku hemû muxalefetê biçewisîne û ji bo desthilatdariya xwe qeyîm bike her tişt daye ber çavan.

Bi berdewamî hate gotin mezintirîn dijminê Kurd li ser rejîma faşîst li ser kar e, 2017’an têkoşîna bi pêşengiya tevgera ciwanên Apoyî û jinên ciwan tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi rengekî girîng sînordar kiriye.

Koordînasyona Komalên Ciwan di encamnameyê de diyar dike ku di civîna xwe de li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat li dijî hêzên TC’ê ya faşîst, qirker di nav têkoşînê de ye, rêxistiniya xwe kûr dike, çalakiyên xwe radîkal dike, desteke girseyî û gel ji xwe re bi asteke girîng dibîne û encamên xebatên wê xizmetê ji têkoşînê re dike.

Bi berdewamî hate gotin ku Pêngava Serî Hilde,  li djiî şerê psîkolojîk ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne, azadkirina Ocalan daye ber xwe û enerjiya ciwanan ber bi çalakî, rêxistinî û serfiraziyê ve herikandiye.

Her wiha hate gotin ku di pêvajoya nû de pêngava Serî Hilde wê ciwanên Apoyî, şoreşger, sosyalîst, hemû ciwanan bide ber xwe, li dor pêngavê potansîyela yekbûyî û şoreşger di serî de li dijî rejîma faşîst a TC’ê li dijî hemû hêzên dagirker, mêtinger, qirker û modernîteya kapîtalst xeta çalakiyê tespî bike û bi vê çarçoweyê têkoşîna li Bakur ji her demê zêdetir xwedî giringî û wateyeke  stratejîk e û ji hêla encamên xwe ve jî wê qedera Şoreşa Kurdistane diyar bike.

‘LI SER HER ZEMÎNÎ DIVÊ EM BI KAPÎTALÎZMÊ RE ŞER BIKIN’

Di civîna me de hate analîzkirin ku di modernîteya kapîtalîst de nexweşiyên maddiyatparêzî, lîberalî û berxurî gihiştiye asteke xeternak. Ji ber vê jî divê li her hemû zemînan em li dijî kapîtalîzmê şer bikin. Tê dîtin ku kapîtalîzm herî zêde dixwaze ciwanan têxe bin bandora xwe. Ji ber vê jî divê herî zêde di zemîna ciwanan de em li dijî modernîteya kapîtalîst şer bikin.  Ji ber vê jî wê têkoşîna me ya îdeolojîk ji her demê zêdetir be û divê di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de kampanyayên cihê werin lidarxistin.

‘NÊRÎNA MÊRSERWER XIZMETÊ JI DIJMIN RE DIKE’

Di pêvajoya têkoşîna nû de hate nîqaşkirin ku pîvana pêşveçûnê bi şerê çîn û zayendê wê pêk were.

Li dijî feraseta mêrserweriyê divê têkoşîneke xurt a îdeolojîk were kirin û divê bi awayekî radîkal li hemberî vê feraseta mêrserwer were sekinandin.

‘EM Ê PARÇE BIKIN!’

Bi biryardarî, hêza analîzkirin û îradeya serfiraziyê peywireke girîng derketiye holê ku divê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê were parçekirin. Em bang li hemû ciwanên Apoyî dikin ku encamên civîna salane bi giyanê serkeftinê pratîze bikin û pêngava ‘Serî Hilde’ bikin sonda pêngava şoreşê.

BIRYAR

Biryarên di civînê de wisa hate rêzkirin:

1- Divê pêngava Serî Hilde ya ku tendirustî, ewlehî û azadiya Rêbertî ji xwe re dike esas, heta ku pergala êşkenceyê ya Îmraliyê were hilweşandin, divê bidome,

2- Li hemberî çand û banekiyên modernîteya kapîtalîst divê bi metodên dewlemend têkoşîn were kirin û nirx û çanda Kurdistanî were jiyîn û belavkirin,

3- Divê têkoşîna azadiyê ya jinan geş bibe û şîddeta li ser jinan tê de divê li hemberî polîtîkayên mêrserwer têkoşîneke berfireh were kirin.

4- Hemû çalakiyên di sala 2018’an de divê di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de di asta seferberiyê de were kirin,

5- Li hemberî rejîma faşîst  a AKP-MHP’ê li her qadê divê têkoşîn were kirin û rejîma faşîst were parçekirin

6- Divê pêvajoyek were destpêkirin ku dagirkeriya artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê divê were bidawîkirin

7- Rojava û Sûriye di serî de divê li her dera ku rêxistinbûna ciwanan heye li hemû gund û taxan ocaxên ciwanan were avakirin û bi giyanê komunê kêşeyên civakî werin çareserkirin.

8- Bi taybetî li her çar parçeyên Kurdistanê divê hemû ciwan werin birêxistinkirin û ji bo rêxistinkirina ciwanên Rojhilata Navîn jî têkilî werin danîn.

9- Li hemberî fihûş, dizî û tiryakê divê li hemû qadan têkoşîneke radîkal were kirin.