Komalên Ciwan: 19-20'ê Çile em li kuçeyan bin!

Koordînasyona Komalên Ciwan bang kir ku 19'ê Çile li Ewropayê û 20'ê Çile li hemû Kurdistanê gel li dijî faşîzmê derkeve qadan û çalakiyan bike.

Koordînasyoan Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir û got, ''Ji bo em tecrîdê û faşîzmê bişkînin û Kurdistanê azad bikin em rabin ser piyan''.

RÊ TENÊ BERXWEDAN E

Komalên Ciwan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û got:

''Êşkenceya giran û tecrîda li ser Rêber Apo sala 20'an li pey xwe dihêle. Dewleta Tirk a qirker û hêzên emperyalîst ku jandarmatiya wan dike, ji bo tasviyekirina tevgera me û destkeftiyên gelê me tine bike, diwaze di şexsê Rêbr Apo de gelê Kurdistanê û cografyaya wê bi giştî tasfiye bike û tine bike. Li dijî vê polîtîkaya gemarî bi çalakiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin'' a bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê derketî holê, bedenên xwe kirin gilokek ji agir, û bi çalakiyên gelê me û yê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê komplo hatiye pûçkirin.

Niha jî li dijî tecrîd û êşkenceya giran a li ser Rêbertiya me bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven grevên birçîbûnê yên ku dest pê kirî û li drveyî welatan bi sedan welatî ketin grevê birçîbûnê, dewleta Tirk a qirker şaş kirine û li bara vê çanda berxwdanê ya gelê me zor lê kirine ku dewleta Tirk bi paş ve gav bavêje. Li ser vê bingehê dewleta Tirk a qirker ji bo ku vê berxwedanê bişkîne û serî li polîtîkayên şerê taybet daye û ketiye wê fikrê ku wê bikaribe bi lîstikên qesrê bi ser bikeve. Ciwanên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz divê li dijî van polîtîkayên şer bihistyar bin û agirê berxwedanê li her deverê geş bike. Îro divê mirov serê xwe rake, ji bo tecrîdê bişkîne û faşîzmê hilweşînê û Kurdistanê azad bike tenê rêyek heye û ew jî berxwedan e, hebûna me ya li qadan e.''

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Di daxuyaniyê de salvegera êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de hate bibîrxistin û hate gotin,''Li gel vê, dîroka 20'ê Çile ya 2018'an rojeke tarî ye ku dewleta Tirk a dagirker û qirker li dijî welatê me Kurdistanê û gelê me yê welatparêz û li ser destkeftiyên Tevgera Aadiyê bi êrîşên ser Efrînê berbiçav kiriye. Di vê sala çûyî de li ser gelê Efrînê û cografyaya Efrînê her cure komkujî, talan û dizî hatiye kirin. Ev êrîşên li ser gelê me her çendî 'qirkirin' be jî gelê me yê welatparêz û fedekar li dijî vê qirkirinê li ber xwe daye û li ber xwe dide.

Di vê pêvajoa berdest de dewleta Tirk a dagirker û qirker ji bo ku Kurdan bi temamî tine bike, ji bo Tevgera me ya Azadiyê tasfike bike bi hêzên emperyalîst re hevkariyê dike û dixwaze zêdetir êrîşê bîne. Dewleta Tirk a qirker ku di hemû ceribandinên xwe yên berê de bi ser neketî û li bara tevggera me şikestî vê carê jî bi hemû hêza xwe, xwe hazir dike ku êrîşên qirker bibîne ku vê ji bo xwe mîna meseleya manûnemanê dibîne.''

BANG: EM 19-20'Ê ÇILE TEVLÎ NAV MEŞAN BIBIN

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin: ''Bi vê çarçoweyê van rojan ku salvgera êrîşên dagirker ên ser Efrînê ne, 19'ê Çile li Ewropayê û 20'ê Çile li hemû Kurdistanê, bi dirûşma ''Ji bo ku em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin, Serî Hilde'' em bang li ciwanên Kurdistanê û gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker û polîtîkayên şerê taybet li qadan bin û li dora Rêbertiya me bibin xelekek ji êgir.''