Koma çete ya ITC'ê êrîşî gundê Kurdan kir

Çeteyên ITC'ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin, avêtin ser gundekî Kurdan ê li navçeya Daqûq a Kerkûkê. Gundiyan li dijî çeteyan li ber xwe dan. Çeteyan du ciwan revandin.

Çeteyê bi navê Alî Xazî yê ser bi rêxistina Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) tevî komekê avêt ser gundê Îngîca yê li navçeya Daqûq a Kerkûkê û xwest dest deyne ser erdê gundiyan. Gundiyên Îngîca li dijî êrîşa çeteyan li ber xwe dan û axa xwe parastin.

Çeteyê ITC'ê Alî Xazî û çeteyên pê re, gule li gelê berxwedêr reşandin. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat, lê xisara madî rû da. Çete Alî Xazî û koma wî, ku ji ber berxwedana gundiyan negihîştin armanca xwe, du ciwanên Kurd ên navê wan nehate zanîn revandin û ji gund derketin. Nayê zanîn bê her du ciwanên Kurd bi ku ve birine. Aloziya li gund û derdora wê dewam dike.