Kolberên ku dewleta Tirk ew kuştibûn hatin veşartin

Dewleta Tirk ji helîkopterê li kolberan dabû û 2 kolber kuştibû. Cenazeyê her du kolberan li Rojhilatê Kurdistanê hate veşartin.

Dewleta Tirk di navbera mezraya Deraw a gundê Aşkan a Elbaka Wanê, gundê Bilindbasan a Gevera Colemêrgê û gundê Kuranî ya Ûrmiyeyê de bi helîkopteran êrişî kolberan kiribû. Di vê êrişê de 2 kolber hatibûn kuştin, 9 kolber jî hatibûn destgîrkirin.

Malbata kolberên bi navê Sozdar Ehmedî (19) û Elîşan Ehmedî (16) duh hatibûn Saziya Tipa Edlî ya Colemêrgê û piştî otopsiyê cenazeyê zarokên xwe wergirtibûn.

Cenazeyê her du kolberan saet di 04.00’ê de sibehê de piştî wecîbeyên olî li gundê Kuranî ya Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hate veşartin.