Kolberekî din li Selmasê hate kuştin

Li herêma Şipîranî ya bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan. Hêzên rejîmê kolberek kuştin, yek jî birîndar kirin.

Êrîş li herêma Şipîranî rû da ku di navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê de ye.

Hêzên rejîma Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan û kolberê bi navê Feramerz Celî Baqwi (26) kuştin, kolberê bi navê Zakirî Celî Baqwi (30) jî birîndar kirin. Baqwi yê birîndar rakirin nexweşxaneya Selmasê.

Hêzên rejîma Îranê 20'ê Cotmehê jî li herêma Mergewerê ya Ûrmiyê li kolberan reşandibûn û kolberê bi navê Zekerya Bekirî kuştibûn.

17'ê Cotmehê jî li navçeya Kanîzerdê ya Serdeştê ji ber êrîşa li kolberan hate kirin, kolberê bi navê Mİstefa Hisênî bi giranî birîndar bûbû.

Kolberên ku li Rojhilata Navîn hewl didin debara xwe bikin, bi rêk û pêk dibin hedefa êrîşan. Rojane hema bêjin kolberek jiyana xwe ji dest dide. Ji meha Nîsanê û vir ve herî kêm 40 kolber hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn.

Hêzên rejîma Îranê ku li ser sînorê weke tîmên kuştinê digerin, ji ber sûcên dikin bi ti awayî nayên darizandin.