Kolberekî din ê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate kuştin

Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê, kolberekî Kurd mir, yek jî birîndar bû.

Li gorî malpera Kolber Newsê, doh (15'ê Çileyê), hêzên rejîma Îranê li ser sînorê parêzgeha Ûrmiyê gule li komek ji kolberên Kurd reşandin.

Hêzên rejîmê bêyî ku hişyarî bidin, li nêzîkê gundê Razî yê herêma Kotol ê li ser sînorê parêzgeha Ûrmiyê li komek kolberên Kurd reşandin. Di encamê de kolberek mir, kolberek jî bi giranî birîndar bû.

Hate ragihandin, kolberê jiyana xwe ji dest daye Ebdullah Yûsifî ye û kolberê birîndar jî Îhsan Xalidî ye.

Li gor raporan, tenê di 3 rojên dawî de, bi giştî 4 kolberên Kurd hatine kuştin û 6 kolberê jî birîndar bûne.