Kolber bûne hedefa komandoyên kuştinê

Li herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî din ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îranê ve hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên rejîma Îranê li gundê Hanê Germele yê Hewremanê gule li kolberan reşandin.

Yek ji kolberan jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.

Kolbernewsê 26'ê Hezîranê jî ragihandibû ku li bajarê Banê ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolberekî zarok ê 16 salî bi navê Hêmin Salehpur jiyana xwe ji dest daye.

Li Banê 13'ê Hezîranê jî êrîş li dijî kolberan hate kirin. Di êrîşê de ku li nêzî gundê Zelê hate kirin Mihemed Hisên Zade yê zewicî û bavê du zarokan jiyana xwe ji dest da û 3 kolber jî birîndar bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê hema bêjin her roj kolberek tê kuştin. Sala derbasbûyî tenê meha Nîsanê herî kêm 40 kolber hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Hêzên rejîma Îranê ku li ser sînor weke komandoyên kuştinê digerin, ji van sûcên ku dikin nayên cezakirin, berevajî ji aliyê desthilatdariyê ve tên teşwîqkirin.

Rojhilatê Kurdistanê ji ber polîtîkayên rejîma Îranê sal bi sal hate xizankirin. Rojhilatê Kurdistanê weke yek ji herêmên herî xizan ên Îranê ye. Li gorî herêmên din razemenî li Rojhilatê Kurdistanê kêm tê kirin û pêşketina çandinî û pîşesaziyê tê astengkirin. Ji ber vê yekê jî xizanî û bêkarî zêde ye.

Kolberî yanî barhilgirî jî ne ji ber tercîhê, lê ji ber neçariyê tê kirin û gelek Kurdên li ser sînor bi vê yekê debara xwe dikin.