Kolanên Silêmaniyê bi posterên Ocalan xemilîn

Ciwanên welatparêz û têkoşer ji bo bal bikişînin li ser tecrîdkirina  Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek kolan û taxên bajarê Silêmaniyê posterên Ocalan daleqandin û ji bo meşa îro ya li bajêr banga tevlîbûnê kirin.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro meşeke girseyî pêk tê.

Ciwanên Welatparêz û Têkoşer hem ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan hem jî ji bo banga tevlîbûna li meşê bikin kolan û taxên bajêr bi wêneyên Ocalan xemilandin.

Li ser posteran dirûşma "Tecrîdê bişikîne, Rêber Apo azad bike" hate nivîsandin.

Meş wê îro saet di 15.00’an de li ber Baxê Giştî dest pê bike û heta ber Mizgefta Mezin bidome.