Kolandina gora komî ya Kora Elo Enter destpê kir

Kolandina Gora Komî ya Kora Elo Enter a li Telaferê ku tê texmînkirin cenazeyên nêzî 2 hezar kesî tê de ne û piraniya wan jî Şengalî ne, destpê kir.

Çeteyên DAÎŞ'ê di sala 2014'an de piştî ku Mûsil dagir kirin berê xwe dan Şengalê.

Beriya wê jî Tilafer dagir kirin û li vê herêmê gelek Şîa qetil kirin.

Her wiha bi hezaran kes jî bi rengekî komî binaxkirin.

Yek ji wan gorên komî jî Gora Komî ya Kora Elo Enter e.

Tê gotin, li gora komî ya Kora Elo Enter nêzî 2 hezar cenaze hene.

Her wiha hate ragihandin ku piraniya kesên li vê gora komî hatine binaxkirin jî Êzidiyên Şengalê ne.

Saziyên pêwendîdar ên Iraqê, Europs û saziya UNITAD'ê îro dest bi vekirina gora komî ya Kora Elo Enterê kirin.

Gora Komî ya Kora Elo Enter li nehiya Iyadiye ya navçeya Tilafer e.

Hate ragihandin ku karê kolandin û lêkolînkirina li gora komî wê 3 mehan dewam bike.