KODAR ji bo Îranê çareseriyê datîne

Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya got li Îranê krîzeke mezin a pergalê heye û domand, ‘’Em ji bo gelan projeya çareseriyê datînin, modêleke me ya çareseriyê heye.’’

Hevseroka KODAR’ê got problemên siyasî, çandî, aborî û civakî zêde bûne, krîza pergalê jî encex bi modêla wan dikare çareser bibe.

Hevserok Zîlan Tanya ji ANF’ê re axivî.

‘MUXATABÊ ME CIVAK E’

Tanya bal kişande ser problemên siyasî, civakî, aborî û çandî ya dewleta Îranê, diyar kir ku xitimandineke mezin heye û ev ber bi fetisandina civakê ve diçe. Tanya her wiha got dewlet nikare heq ji vê krîzê derkeve, ew ji dewletê çareseriyê hêvî nakin û domand: ‘’Muxatabê me yê sereke civak e, piştre dewlet e. Sedema krîza heyî dewlet e, divê dewlet hesabê vê krîzê bide û heke dixwaze heq jê derkeve divê pêşî ew gave bavêje. Civak ne mehkûmî krîzeke wiha ye.’’

Tanya bi domdarî got: ‘’Em projeya çareseriyê datînin; ji ber ku hem ji hêla siyasî ve, hem ji hêla civakî ve, em xwedî jiyaneke alternatîf, xwedî felsefe û îdeolojiya wê, xwedî modêleke çareseriyê ya kûr in. Ji bo ku pêşî li rewşeke kambaxtir bigirin, ji bo dahatuyeke baştir a gelên Îranê, bi taybetî di vê pêvajoyê de em ê projeya çareseriyê deynin holê.’’

‘DEMOKRASÎ BI HÊZA CIVAKÊ DIBE’

Tanya diyar kir projeya wan a çareseriyê xwe dispêrê xeta 3’yan, xeta sêyan jî hêza xwe ji civakê distîne, ‘’Demokrasî, azadî bi hêza civakê dibe, bi hêzeke derve nikare vê bide civakê. Divê civak biryarê bide.

Em tevger hem ji hêla siyasî û hem ji hêla civakî ve, ji bo ku daxwazên civakê mîsoger bikin em hazir in ku bi civakê re bimeşin. Pergal xitimî ye, ji bo ku em vê xitimandinê vekin em hazir in pêşengiyê bikin. Ne tenê bi rexneyê, em hazir in ku peywira xwe jî bi cih bînin.’’

‘PÊDIVÎ BI DESTÛREKE NÛ HEYE’

Tanya bal kişande ser pirnasnameya Îranê û got, ‘’Azerî,Ereb, Belûc û gelê Fars problemên wan hene. Ji bo ev problem werin çareserkirin pêdivî bi destûreke demokratîk heye. Ji bo destûreke demokratîk muxatab gel e. Daxwaza gel çiye, pergaleke çawa dixwazin. Divê êdî bi referandumê, an jî bi rêbazên dî ji gel were pirsin, divê muxatab gel be û gel biryarê li ser guherînê bide.

‘PROBLEME SEREKE YA KURDAN E’

Hevseroka KODAR’ê Tanya got problema sereke ya Îranê problema Kurdan e û domand, ‘’Her wiha yek ji problema sereke ya Rojhilata Navîn jî Kurd in. Îran problema Kuran nabîne, ne ku pê dernaxîne, lê ya girîng ew e ku bê ka çawa li mesele dinere. Heta ku meseleya Kurd çareser nebe, mirov nikare behsa azadiyan bike.

Kurd îro ji hela çand, aborî û siyasî ve têne kuştin. Nasnameyeke wan tine, ketine plana duyem. Ji bo vê jî derfetên jiyana wan kêm e. Ji bo bijîn xwe li sînoran dixin û her roj li ber mirinê ne. Dema ku li dij vê derdikevin, her roj têne kuştin, bi dabeşkarî cihêkariyê tene girtin. Jinên Kurd ên ku li çanda xwe xwedî derdikevin dibe hedef. Tecawiz li wan dibe, têne girtin, êrîşa bi asîtê dibin ser wan. Êşkenceya rihî û nasnameyê li ser wan dibe. Em vê mîna problemeke sereke dibînin.

Dewleta Îranê çareseriya pirsa Kurd taloq dike. Di mijara gavavêtinê de Îran ne hazir e, pêşiya çareseriyê digire, weke ku problem nebe tevdigere.’’

‘DIVÊ DEV JI MILÎTARÎZE KIRINA ROJHILAT BIQRERE’

Li ser gavên ku rejîma Îranê divê bavêje Tanya got divê meseleya Kurd baş pênase bike û ji bo baş pênase bike jî divê bi muxatabên xwe re bide û bistîne. Tanya wiha domand: ‘’Zemîna diyalogê bi têkoşînê dibe. Pê re divê dewlet ji bo pêvajoya guerînê hazir be û daxwazan meşru bibîne.

Tanya got niha gelek girtiyên Kurd ên siyasî hene lê ev bi rengê girtiyên siyasî nayên pênasekirin, rewşa ya rehînebûnê ye, Îran dixwaze bazarê bike û got, ‘’Divê Îran dev ji vê siyasetê biqere.’’

Her wiha Tanya bal kişande ser wê ku dewleta Îranê Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze bike, rêgezên jidiyayî yên ewlehiyê li ber xwe dideyne û got divê dev ji vê helwestê jî biqere.

‘PROBLEMA JINÊ LI ÎRANÊ PROBLEMEKE SEREKE YE’

Li ser problema jinê jî Tanya wiha pê de çû: ‘’Problema jinê li Îranê yek ji problema sereke ye. Dewleta Îranê zayendîparêziyê pir kûr dike. Mînak li dinyayê yek ji wan dewleta ye ku çavê xwe ji tecawizê re digire. Li ser jinan êrîşên hovane hene, qadên jiyanê li wan têne tengkirin. Êdî civak nikare vê ragire, zayendîparêziyeke ev çend giran êdî nayê ragirtin. Kultura tecawizê heye. Heke ev neyên çareserkirin wê girantir bibin.

Ji hêla paradigmaya xwe ve têkoşîna me azadiya jinê daye ber xwe. Têkoşîneke ku vîn û azadiya jinê bi esasî nedabe ber xwe ne têkoşîneke rast e û civakîbûneke rast pêk nayê. Azadiya jinê ji bo me pîvana sereke ye. Di jêderka pirsgirêkên Îranê de pirsgirêka azadiya jinê heye.’’

Tanya bi domdarî diyar kir divê destpêkê meseleya jinê rast were pênasekirin, zemîna têkoşîna hevpar were danîn. Tanya bi domdarî got, ‘’Jin divê derbarê xwe bikaribin biryarê bidin. Li gel her tiştî vînek derdikeve holê. Pergala berdest ji bo ku jin a xwe bibêjin ti dever nehiştiye. Tenê kuçe ji jinan re hiştine da ku daxwazên xwe bibêjin. Lê divê mirov qîma xwe bi vê neyine. Divê zêdetir qadên têkoşînê werin çêkirin. Li ser vê mijarê divê plan û proje hebin. Divê rewşa girtiyên jin ên siyasî bibe rojev û dawî li hêsîrtiya girtiyên jin ên siyasî were.’’

‘DESTWERDANA HÊZÊN DERVE ÇAERESERIYÊ NAYÎNE’

Li ser îhtîmala ku hêzên derve mudahele li Îranê bikin Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya got, ‘’Biya me ya girîng ew e ku pirsgirêk çawa têne pênasekirin. Li Îranê pirsgirêka azadiyê, pirsgirêkên gel, ên demokrasiyê pir zêde ne. Îran divê êdî biguhere. Pergala berdest ber bi hilweşînê ve diçe. Ji bo vê jî dewlet li ser bingeha xeta 3’yan bi hêza gel, bi muxatabên xwe re divê diyalogê deyne. Hin dibêjin wê bi destwerdana derve pirsgirêk çareser bibin lê ev nirxandin hem di hêla siyasî û hem di hêla civakî de ne nirxandinên rast in. Meseleya Îranê bi deswerdana hêzên derve çareser nabin. Pirsgirêk bi dînamîkên navxwe û hêza potansiyel a civakê çareser dibe. Lê helbet Îran divê biguhere, mecbûrî vê ye, ji guherînê pê ve rêyek tine. Lê çareseriyeke ku ji derve tê hêvîkrin jixwe ji hêla hêzên kapîtalîst ve tê çêkirin. Tê xwestin ku têgiştineke wiha were çêkirin û gelên herêmê hewceyî xwe bikin. Lê çareseriya rastî wiha pêk anye, berovajî deswerdanên hêzên derve wê pirsgirêkan girantir bike.

‘DIVÊ PLATFORMA TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN WERE DANÎN’

Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya herî dawî got, ji bo jiyaneke demokratîk a hevpar pêdivî bi proje û têkoşînê heye, Îran a azad û demokratîk bi têkoşîna hevpar dibe û domand, ‘’Mînak Kurd ji bo ku pirsgirêkan çareser bikin divê xwedî proje bin, Ereb jî wiha gelên dî jî. Kurd, Ereb ji bo pirsgirêkên pergalê çareser bikin divê xwedî projeyên çareseriyê yên hevpar bin, divê zemîna jiyana hevpar were danîn. Divê zemîneke wiha hebe ku bi hev re li ser pirsgirêkan nîqaş bikin, pênase bikin û çareseriyê deynin holê. Pir girîng e ku platforma têkoşîna hevpar a gelan were danîn. Bi têkoşîneke wiha li Îranê yekîtiya demokratîk a gelan dikare were danîn.’’