KODAR: Heta ku pirsgirêka Kurd çareser neke Îran aram nabe

KODAR'ê bal kişand ser guhertinên li herêmê dibin û destnîşan kir, eger Îran xwe nede ber çareseriya pirsgirêka Kurd, wê nikaribe qeyranan ji sînorên xwe dûr bike.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi wesîleya sala nû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KODAR'ê da xuyakirin, ku civaka Kurdistanê û Îranê di sala 2016'and e guhertinên gelekî girîng dît û diyar kir, hêzên guhertinxwaz di nava salê de bi şêweyên cuda li erdnîgariya Îranê ketin nava hewldanan û têkoşiyan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, mekanîzmayên zext û zordariyê yên rejîma Îranê di sala bihurî de jî weke berê dewam kir û zêdekirian hejmara cerdevanan, operasyonên leşkerî yên li dijî gerîla û zêdekirina aboriya şer hat bibîrxistin.

KODAR'ê destnîşan kir, ku ev rewş bi başî radixe pêş çavan, hêzên ku kapasîte û hişmendiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pê re tine ye, bi tirsanin, hêza leşkerî, propaganda û xapandina gel dixwazin xwe ji çareseriyê vegirin.

KODAR'ê bal kişand ser êrîşên li dijî Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û da zanîn, tevî ku YRK nexwest bikeve nava şer jî, li dijî êrîşan mafê xwe yê parastinê bi kar tîne û eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê ev mafê rewa ji xwe bê bikaranîn.

PIŞTGIRIYA GELÊ ROJHILAT JI BO BEŞÊN DIN ÊN KURDISTANÊ

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, di sala bihurî de gelên Rojhilatê Kurdistanê li qadên siyasî, sivîl, jin, jîngeparêzî, karkerî û xwendekarî xebatên xwe dewam kirine û hat gotin, "Tevî vê berxwedanê, gelê Kurd di sala bihurî de bi şêwqazên cuda piştgiriya xwe ji bo xebatên parçeryên din ên Kurdistanê nîşan da. Kamapnya û xwepêşandanên ji bo berxwedana Bakur, her wiha ji bo HDP'ê hatin lidarxistin."

'BÊYÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD WÊ ÎRAN NIKARIBE XWE JI QEYRANAN BIPARÊZE'

KODAR'ê da xuyakirin, ku sala 2017'an bi guhertinên mezin ên li cîhanê dest pê dike û wiha dewam kir: "Hatina ser kar a Donald Trûmp weke Serokê DYA, destpêka bidawîbûna DAIŞ'ê, guhertinên li nava Sûriyeyê, damezrandina Federasyona Bakurê Sûriyeyê, bêguman bandorê li ser Îranê dikin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelên li jêr desthilata Îranê, serdestiya Îranê mîna berê, reva ji çareserî û dûrkirina qeyranan ji sînorên xwe êdî nepêkan e. Bêyî guhertina kiryarên desthilatdariyê û bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê, aramî nayê Îranê."

KODAR'ê di dawiya daxuyaniya xwe de sala 2017'an pîroz kir û bang li hemû sazî û partiyên siyasî yên li Kurdistanê û hemû gelên Îranê kir, ku di nava sala nû de ji bo pêşvebirina xebatên hevpar hê bêhtir gavan bavêjin.