KODAR: Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi berxwedana Şengalê re ye

KODAR'ê diyar kir, çekdarên PDK'ê bi heman rêbaza çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirine û got, gelê Rojhilatê Kurdistanê wê li dijî van çeteyan jî xwedî li Şengalê derkeve.

Komalegeyî Demokratîk û Azad a Kurdistanê (KODAR) li ser êrîşên komên çekdar ên PDK'ê yên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dijminatiya dewleta Tirk a li çar aliyên Kurdistanê li Kurdan dike û got, "Rejîma faşîst a Tirkiyeyê, hemû hêza xwe ji bo qirkirina Kurdan seferber kiriye. Bi taybetî piştî binketina DAIŞ'ê, niha rasterast li dijî Başûr û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê şer îlan kiriye û hêzên xwe biriye wê derê. Partî Demokratîk Kurdistan li Iraqê (PDK) jî her tim her tim dijberiya xwe ya bi Şoreşa Rojava bi awayekî vekirî nîşan daye. Vê partiyê ku Şengal firot çeteyên DAIŞ'ê, niha jî hêz û mûradê dide Tirkiye ya faşîst."

ÇEKDARÊN PDK'Ê BI RÊBAZA DAIŞ'Ê ÊRÎŞÎ ŞENGALÊ KIRIN

KODAR'ê diyar kir, di demekê de ku girîngiya yekîtiya Kurdan ji her demê bêhtir ketiye rojevê û ji bo vê hewldanên berfireh tên kirin, çeteyên ser bi PDK'ê bi navê 'pêşmergeyên roj' êrîşî Şengalê kirine û wiha dewam kir:

"Ev çeteyên ji aliyê hêza dagirker a Tirk ve hatine perwerdekirin, bi rêbaza DAIŞ'ê êrîşî gelê Xanesorê û hêzên parastina Şengalê YBŞ'ê kirin. Pêkhatina vê êrîşê piştî hevdîitina Erdogan û Barzanî nîşan dide ku PDK û ENKS bûne amûrekî destê siyaseta dij bi Kurd a rejîma faşîst a Tirk."

KODAR'ê destnîşan kir, ku ew kiryarên çeteyên bi fermana Erdogan û Barzanî êrîşî Şengalê kirin, weke kiryarên hovane yên DAIŞ'ê dibînin û tundî mehkûm dikin.

'GELÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ BI ŞENGALÊ RE YE'

KODAR'ê ragihand, gelê Kurd wê êrîşên bi vî rengî ti carî bêbersiv nehêle û got, "Em berxwedana civaka Êzidî ya li dijî van çeteyan silav dikin û dibêjin, gelê Rojhilatê Kurdistanê li kêleka we ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku gelê Rojhilatê Kurdistanê, çawa ku li dijî DAIŞ'ê xwedî li Şengalê derket, wê li dijî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a faşîst jî bisekinin û got, "Ne rejîma faşîst a Tirkiyeyê, ne jî ew xayinên ku dixwazin destketiyên gelê Kurd têk bibin, wê bi ser nekevin."