KODAR’ê li dijî girtinên rejîma Îranê bang kir

KODAR’ê bi daxuyaniyekê ban li hemû gelên Îranê û dîsa partiyên siyasî, aliyên siyasî û çalakvanên civaka sivîl kir ku li dijî destgîrkirin û girtinê bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) têkildarî destgîrkirin û girtina çalakvan û welatiyan ya ji aliyê hêzên Îranê ve, daxuyaniyek da.

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de got ku êrîş li ser hemû gelên Îran û civakê ye. KODAR’ê destnîşankir ku rejîma Îranê bi vê pêngava xwe dixwaze kolan ji hêza pêşeng ya gel vale bimîne û ewlekariya gel ji holê rake.

Daxuyaniya KODAR’ê wiha ye:

‘REJÎMA ÎRANÊ LI DIJÎ CIVAKÊ ŞER ÎLANKIRIYE’

“Komara Îslamî di hemû alî de tevngav bûye, ya ku tê dîtin şerê hemberî civakê ye. Gendeliya rejîmê, ji civakê re îspatkiriye ku êdî nikare bi direwan çavê xwe hemberî daxwazên rewa yên gelan ya ji bo jiyanek azad bigre. Komara Îslamî hebûna civakê weke metirsî dibîne, ji bo vê ne ku tenê daxwaza siyasî û rewa ya civakê li ber çavan nagre, belku hebûna fikrî jî ji bo xwe metirsî dibîne.

‘DIXWAZIN DI NAVA CIVAKÊ DE LI BER HEV RAKIN’

Gelên Îran û civak dixwazin dûrî tundiyê bin, bi awayek aştiyane pirsgirêkên xwe bi desthilatê re çareser bike. Lê weke tê dîtin komara dagirker ya Îranê, tenê zimanê şer û gefan dizane. Ya ku çêdibe, komkujiyek siyasî û qirkirina civakê ye. rejîm dixwaze beşek ji civakê li hemberî beşek din bêdeng bike. Ji bo vê hemû îmkanên xwe seferber kiriye.

‘BIBIN XWEDÎ HELWEST’

Divê hemû hizb û aliyên siyasî bizanin ku ev êrîş ne tenê li dijî hêz, enî û aliyek taybete, êrîş dijî hemû civakê ye. Tenê xeta nû ya vê êrîş û destdirêjiyê, li ser beşek girîng yê nirxên civakê, di nava wan de jî malbatên şehîdan, xebatkarên siyasî, civakî û jîngehê hene. Ji bo vê pêwîste hemû alî dijî vê yekê xwedî helwest bin.

‘DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Em KODAR êrîşan şermezar dikin, bang li hemû partî û rêxistinên civaka sivîl, çalakvanên mafê mirovan, rewşenbîr û hemû azadîxwazin dikin, dijî qirkirina siyasî xwedî helwest bin. Yek bin û li hemberî zextên komara Îslamî ya Îranê dengê xwe derbixin. Derfeta terorkirina têkoşîna demokratîk ya gelên Îranê, bi taybet jî ya gelê Kurd a ji aliyê Îranê ve, nedin û civakê bê parastin nehêlin.”