KODAR'ê kongreya xwe ya 3'emîn li dar xist

KODAR'ê bi dirûşma "Em bi ruhê şoreşa gelan civakê bi rêxistin bikin û Kurdistanê azad bikin" kongreya xwe ya 3'emîn li dar xist, plansaziya xwe ya serdema nû destnîşan kir û hevserok û rêveberiya nû hilbijart.

Komalgeyê Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi dirûşma "Em bi ruhê şoreşa gelan civakê bi rêxistin bikin û Kurdistanê azad bikin", di 7, 8 û 9'ê Gulana 2020'an de li çiyayên Kurdistanê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşê dest pê kir.

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan destpêkê axivî û got, "Em di destpêkê de afirînerê jiyana azad Rêber Apo ku li Îmraliyê li ber xwe dide, hevalên me yên ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin, gelê me yê welatparêz û her kesên şoreşger û demokrasîxwaz ên ku li zindanan li ber xwe didin silav dikin."

Fûad Bêrîtan bi dewamî got, "Em îro li vir hevdîtinek dîrokî li dar dixin. Ji dost û dijmin re jî bersivek pir xurt tê dayîn. Em kongreya xwe di pêvajoyeke welê de pêk tînin ku welatê me ji her alî ve tê mêtingehkirin, tê de zextên heyî zêde dibin, azadî ji holê tê rakirin, binpêkirinên mafên mirovan bêsînor bûne û di nav rewşekê de ku rojane jin tên qetilkirin. Xizanî, feqîrtî û gendelî her ku diçe kûr dibe. Tundiya li ser jin, qirkirina li ser jin zêde dibe. Ciwan tên girtin û diavêjin zindanan, li nava kolanan tên darvekirin. Gelê Kurd di sedsala 21'ê de jî tune tê hesibandin. Pirsgrêkên civakî êdî dibin wek qeyranek, aboriyên welatan êdî hatine asta îflasê. Lê em ji wê derê careke din dibêjin em ê nîşanî herkesê bidin ku ew feraset û polîtîkaya qirker ku li ser gel tê ferzkirin ne qeder e. Li ser wê esasê em soza xwe ya azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê  ku me dabû gel nû dikin û dibêjin; bi biryarbûneke girîng ku em ê di kongreya xwe de bigihêjin û di encama wê de jî ku plansaziya derkeve em ê ji bo dost û dijmin xwe re bersiva pêwist bidin."
 
Piştî axaftina destpêkê, rapora li ser kar ku ji aliyê Hevserokên KODAR'ê ve hatibû amadekirin hate xwendin û nirxandin.

'PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK YEKANE RÊYA JIYANA AZADI, WEKHEV Û DEMOKRATÎK E'

Dûre li ser rewşa dawî ya siyasî û leşkerî nirxandin hatin kirin û çend ji tespîtên di vê mijarê de hatin kirin wiha ne: "Di şert û mercên herêmê de ku veguheriye navenda şerê cîhanê a sêyemîn ya ku pergala neo-lîberal li herêmê û cîhanê pêlek nû ya dagirkeriyê bi xwe re daye destpêkirin, em dibin şahidên pêşketinên pir alî û lez ên ku li Rojhilata Navîn diqewimin.  Şert û mercên heyî ji pir aliyan ve dişibin şertên dema şerê cîhanê yê yekemîn. Di nava wan şertan de pergala cîhanê hewl dida li dijî pergalên Împaratoriyan pergala netewe dewletan biafirînin. Lê belê di roja me ya îro de pergala global wê pergala netewe dewletê ku bi xwe ava kiriye li pêşiya berjewendiyên xwe asteng dibîne. Ji ber wê jî Rojhilata Navîn ku bûye goristana projeyên Rojava û hîn jî di nav berxwedaniyê de ye, carek din ji aliyê wê pergalê ve ketiye nav qeyran û tevlîheviyê. Şerê ku diqewime wekî ku li herêmê tê dîtin li Îranê jî di her wateyê de bûye sedema texrîbatan. Projeyên herêmî û global ku ji aliyê neteweperestî, olî û zayendperestî tên meşandin û propagandayê wan tên kirin, bi rastiya gelên Îranê re li hev nakin, ji aliyê civakan ve nayê pejirandin û lewre jî dirûxin. Di rastiyê de rêyek tekane heye ku ji bo gelên Îranê bibe nîşaneya jiyanekê bê netewe dewlet û roniya hêviyê, azadî, wekhevî û demokrasiyê pêşbixîne; ew jî projeya Neteweya Demokratîk e.” 

Di roja duyemîn a kongreyê de encamên karên sê salan, xebatên avakirinê yên civakî û rewşa komîteyan hate nirxandin. Di encama van nirxandinan de nêrînên bi vî rengî derketin holê;

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ RÊYA YEKANE SÎSTEMA DEMOKRATÎK Û KONFEDERAL E

"Sîstema heyî ya Îranê ku navenda rengê gelan e, ji aliyê mijarên siyasî, civakî, çandî, ekolojîk, azadiya zayendan ve hemû derdorên civakê xistiye nav fişarê. Baweriya her civakekê bingeha cîhana manewî ya wê civakê diafirîne. Rejîma Îranê bawerî û ol'an, ziman û çanda civakê her tim wek amûrekî ji bo rewakirina desthilatdariya xwe ya siyasî bi kar aniye. Bi têkoşîna ku em didin meşandin ve nirxên nû yên civakî ku ji nû ve tên avakirin wê bibin avakirina civakeke azad. Pêşxistina civakeke demokratîk berî her tiştî bi avakirina sîstemên rêveberiyên xweser ve gengaz e. Ji bo ku civak bikaribin xwe bixwe birêvebibin divê têkiliya bi partiyên wekhev û demokratîk, sazî û rêxistinên sîvîl ên civakî werin esas girtin û şert e ku têkoşîna ku xwe dispêre yekîtiya hêza hevpar were pêş xistin û mezinkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rêya yekane sîstema konfederal a demokratîk e ku pergala netewe dewletê derbas bike û ji hemû civakan re jiyanek alternatîf pêşkêş bike. Lewre divê em li her qadên karên civakî xebatên xweparastinê hîn bi rengekî bihêz bimeşînin. Xweseriya demokratîk ku li Îranê bi pêş bikeve wê ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo gelê Beluç, Ereb, Tirkmen û Azerî û hemû endam û pêkhateyên civakan bi nirxên xwe yên cewherî re lihevbîne û bigihîne maf û azadiyên bingehin."

'REJÎMA ÎRANÊ QADA ABORIYÊ VEGUHERANDIYE DERIYÊ BERJEWENDIYÊN XWE'

Mijarek din a girîng ku di kongreyê de hate nîqaşkirin mijara kolberan bû ku li Rojhilatê Kurdistanê weke birîneke nayê kewandin lê hatiye. Di kongreyê de ji bo Kolberan nirxandineke wiha hate kirin: "Rejîma Îranê qada aboriyê kiriye mêtingeh û talanê veguherandiye deriyê berjewendiyên xwe. Bêkariya ku her roj giran dibe hejmara kesên ku xwe bi zibalê ve xwedî dikin jî zêde dibe. Li beramberî vê rewşê bêxemiya rejîma Îranê ne bes bû, bi gendeliyê ve jî li ser pişta civakê xwe hîn zêdetir mezin dikin. Gelê ku ji ber polîtîkayên rejîmê her roja ku diçe ber bi felaketê ve ji bo ku jiyana xwe bidomîne serî li her rêyê dide. Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku gel neçar maye tevî zor û zehmetiyên mezin xwe li sînoran dide û ji bo ku bikaribe pariyek nan bîne mala xwe kolbertiyê dike. Di serî de kolber û tevahî gelên Îranê bûne qurbanên polîtîkayên şaş ên rejîmê. Ji bo pêşxistina aboriya komunal ango civakî ya li hemberî wê siyaseta Neolîberal divê ku em xwe di hemû qadên civakê de birêxistin û perwerde bikin."

BERXWEDANA LI ZINDANAN

Di kongreyê de rewşa girtiyên siyasî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî bûn mijarên nirxandinê. Bal kişandin ku zindaniyan bi berxwedaniya xwe çanda eniya têkoşînê parastine û wiha hate gotin, "Bi ruhekî kolektîf û ruhê hevgirtina civakî divê hemû aliyên civakê bi zanebûneke bilind a berpirsiyartiyê xwedî li girtiyên siyasî û malbatên wan derkevin."

ROJA PARASTINA EKOLOJIYÊ YA ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ

Di kongreyê de Şerîf Bacwer ku canê xwe ji bo parastina xwezayê feda kir, kedkarên tendirustiyê ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û mirovên ku di serhildanên mehên Cotmeh û Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane wek lehengên gel hatine nirxadin û wiha hate gotin, "Qetilkirin, girtin û êşkencekirina bi sedan mirovên ku di raperînên meha Cotmehê de pêşketin hêrsa civakê qat bi qat zêde kiriye. Li hemberî pêkanînên rejîmê ku civakê bi rêya birçîbûnê terbiye dike, dîsa mîlîtarîze dike û ji exlaqa civakê dûr dixe û li hemberî zêdebûna gendelî û diziyê ku her diçe zêde dibe gel daketin qadan. Hevgirtina civakî ya ku di nav gelên Îranê de tê dîtin, cihê rêze ye. Di pêvajoya vîrûsa koronayê de dewletê civak radestî mirinê kiriye. Tevî dewletê jî kedkarên qada tendurustiyê bûne wek fedaiyên uniformayên spî yên gel, bi şev û roj canê xwe danîne holê û ji bo sererastkirina tendurustiya civakê xebîtine. Her wiha têkoşîna parastina xwezaya xwe ya gelê welatparêz li hemberî polîtîkayên tunekar ên rejîma Îranê bi taybet şewitandin û tunekirina xwezaya Rojhilatê Kurdistanê gelekî hêja ye. Rastiyek gelê me ku di wê oxirê de bedel daye heye. Lewra kongreya me roja  24'ê Tebaxê ku dîroka şahadeta Şerif Bacwer û hevalên wî ne, ji bo xwedîderketina li bîranîna wan wek 'Roja Parastina Ekolojiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê' qebûl dike."

Di kongreyê de ji bo pêşxistin û berfirehkirina xebatan, xebatên sazî û komîteyan jî hatin nirxandin. Bi diyarkirina rê û rêbazên di derbarê dema nû ya xebatan jî plansaziyên nû hatin kirin û biryarên nû hatin girtin. 

HEVSEROK Û RÊVEBERIYA NÛ HATIN HILBIJARTIN

Li gorî encamên hilbijartinê, hevserokên nû yên KODAR’ê bûn Gulan Fehîm û Fuad Bêrîtan. Di kongreya sêyemîn de Fuad Bêrîtan dubarê wek hevserokê KODAR’ê hate hilbijartin û Zîlan Tanya ku ev du pêvajo ne hevserokatiya KODAR’ê dikir, erka xwe dewrê Gulan Fehîmê kir ku nû hatiye hilbijartin. 

Piştî ku hevserok hatin hilbijartin, lîsteyên ku hevserokan di derbarê konseya rêveber de amadekiribûn pêşkeşî delegeyan hate kirin. 18 kesên ku di kongreyê de ji aliyê delegeyan ve bi dengên herî zêde hatin hilbijartin bûn konseya rêveber a nû ya KODAR’ê.

'YÊN KU HEWL DIDIN HEBÛNA ME TINE BIKIN ÎRO BI XWE LI BER TINEBÛNÊ NE'

Hevseroka nû ya KODAR'ê Gulan Fehîm di dawiya kongreyê de axivî û got, "Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê li her derê cîhanê di nav berxwedaniyekê de ne. KODAR xwedî mîrateyeke pir kûr a dîroka têkoşînê ye. Yekemîn beşê ku ji Kurdistanê hatiye cudakirin Rojhilatê Kurdistanê bû, lê îro berxwedana sedsalê li vê derê berdewam dike. KODAR, di serî de wê bibe denge Rojhilatê Kurdistanê û hemû Kurdên li seranserê cîhanê û gelên bindest. Yên ku hewl dan hebûna me, zimanê me, çanda me qedexe û tine bikin, îro bi xwe li ber tinebûnê ne."

Gulan Fehîm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; "Bi wê hêza ku me ji kongre girtiye û ew rol û mîsyona ku ji bo me hatiye dayîn em ê bi berpirsiyartî xwedî erkên xwe derkevin û em di wê baweriyê de ne ku bi hev re em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Li ser vê bingehê jî em kongreya xwe di serî de li Rêber APO, şehîdên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, malbatên wan, li ciwanan pîroz dikin."

Kongreya sêyemîn a KODAR'ê piştî sê rojan ku bi rengekî têr û tijî derbas bû, bi axaftina dawî ya hevseroka nû Gulan Fehîm bi dirûşman bi dawî bû.