KODAR’ê ji bo girtiyên siyasî banga çalakiyan kir

KODAR’ê têkildarî zextên rejîma Îranê ya li ser girtiyên siyasî îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KODAR’ê banga çalakiyan li gel û rêxistinên mafên mirovan kir.

Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê îro têkildarî zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KODAR’ê ji kesên azadîxwaz, gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxwaz kir ku dijî zextên rejîma Îranê ser girtiyên siyasî bêdeng nemînin.

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de wiha got; “Komara Îslamî ya Îranê yek ji ew hikûmetên bi dewamî banga demokrasi û rêzgirtina li îradeya xelkê dike. Belê ger em tenê li rewşa girtiyên siyasî temaşe bikin, em têdigehên ku ev gotinên rejîma Îranê çiqasî vala û nerast in. Xerabûna rewşa girtiyên siyasî, derbaskirina xeta sor a civakê ye.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir; “Desthilatek ku ew hêza wê nebe ‘sûcên siyasî û girtiyên siyasî’ li gor destûr û yasayan pênase bike, çewan rê dide xwe ku qala maf û azadiya mirov dike. Komara Îslamî ya Îranê di 38 salên buhrî de bê navber zextên li ser civakê dewam kiriye û her wiha li hemberî kesên ji bo azadî û demokrasiye têkoşîn kirine,  timî sûc kiriye û ew girtine.”

KODAR’ê wiha jî ragihand; “Di çend salên buhrî de zextên Îranê yên li ser girtiyên siyasî zêde bûne. Di rojên buhrî de li girtîgeha Recayî Şar a Keracê hejmarek girtiyên siyasî li dijî kiryarên desthilatên Îranê ya li hember girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Hikûmetê jî li hemberî vê dest bi çêkirina zextên li ser malbatên van girtiyan kiriye. Ev jî bi armanca şikandina îrade û berxwedana girtiyên siyasî ye.”

KODAR’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî; “Em, KODAR bang li hemû kesên azadîxwaz, rêxistinên sivîl û mafê mirovan dikin ku dijî binpêkirin û zextên Îranê helwestê nîşan bidin û piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî bikin.”