KODAR: Divê civak têkoşîna li dijî tundiya li jinê geş bike

KODAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku divê hemû civak dijî tundiya li jinan seferber bibe.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê, Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji bo ku civakek ku jin û zilam bikaribin bi hev re, li gorî exlaq, maf û ramanê mirovahiyê bijîn, pêwîstiya me bi wekheviya jin û zilam heye. Ji bo vê Rêber Apo behsa jiyana hevbeş û azad dike. Bi taybet jî mijara jineolojî derxistiye pêş. Di vê qonaxa dîrokî de ku tundiya li dijî jinê li ser asta cîhanê, bi taybet li Îran û Kurdistanê zêde bûye. Em KODAR dibêjin pêwîst e hemû civak li dijî tundiya li jinê seferber bibe. Zilam jî divê erkê xwe yê exlaqî û dîrokî pêk bînin, jin û zilam divê têbigihin ku heya jin ji tundiyê rizgar nebin, civak jî wê ber bi têkçûnê biçe.

Li ser vî bingehî bi boneya 25’ê Mijdarê em piştgiriya pêngava KJAR ya di bin navê ‘Li hemberî qirkirina jinan, dema parastina jiyana azad e’ dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê hemû jin û zilam tevlî pêngavê bibin. Em carek din soza xwe dubare dikin, em ê ji dema borî zêdetir şêwaza têkoşîna xwe ya li hemberî baviksalariyê kûrtir bikin.”