KODAR: Civaka azad bi azadiya jinê pêkan e

KODAR’ê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku pêkhatina civaka azad encax bi azadiya jinan pêkan e û civaka Kurd bi saya têkoşîna jinên azad nêzî azadiyê bûye.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê daxuyaniyeke nivîskî da. KODAR’ê piştgiriya xwe ji bo pêngava “Dem dema parastina civaka azad û jina azad e” nîşan da û bang li hemû kesimên Îranê bi taybetî civaka Kurd a Rojhilatê Kurdistanê kir ku tevlê têkoşîna azadiyê bibin û ji her demê zêdetir rêxistinbûyînê mezin bikin.

Di daxuyaniya KODAR’ê de ligel ku bal hatiye kişandin li ser girîngiya rojê û têkoşîna jinên Kurd ya bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û jinên têkoşer ên Kurd li her çar beşên Kurdistanê, hatiye gotin, “Roja 25’ê Mijdarê ji bo jinan ne tenê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê ye, di heman demê de roja ‘Têkoşîna ji bo azadiya giştî’ û rizgariya ji serdestiya zilamsalariyê ye.”

KODAR her wiha îşaret bi nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya dibêje “Heya ku jin azad nebin, civak wê azad nebe” dike û dibêje îro pêkhatina Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîneke azad teqez bi asta azadiya jinan ve girêdayî ye.

Di beşek din a daxuyaniyê de KODAR radigihîne ku “Jin, Civak, Ekolojî” bi desthilatdariya têkder a hişmendiya pergala zilamsalar ya kapîtalîzma cîhanî re rû bi rû ye û tîne ziman, “Heya ku jin azad nebin, wê ti carî civak azad nebe û ekolojiya ku bi têkçûnê re rû bi rû ye rizgar nebe.”

KODAR dide xuyakirin ku asta têkoşîna azadîxwaziyê ya jinên Kurd îro di  asta çawaniyeke mezin de ye ku ji ber ku girîngî dide pirsgirêka azadiya jin, civak û rizgariya ekolojiyê cîhanî bûye û berpirsiyartiyên jinên Kurd girantir kiriye.

Her wiha KODAR bi bîr dixe ku pêşengê heqîqî yê azadiya jinan, civak û rizgariya ekolojî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û di vî rêyî de bi hezaran jin û mêr canên xwe feda kirine û wiha didomîne, “Şehîdên jin ên di Tevgera Azdiyê de xwediyê rasteqîn ên jiyana azad in ku ji bo civakên bindest û jinan mizgînî ne. Wan bi fedakirina canê xwe têgînên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hev re girêdan û bûne ronîkerê rêya jinên azadîxwaz.”

KODAR di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ku yekane rêya gihîştina azadiyê ya jinên Kurd, têkoşîna topyekun e û ev bangewazî kir, “Em bang li hemû jin û mêr û kesimên cuda ên civakê bi taybetî Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin ku bi tevlêbûna xwe ya çalak û bi heybet di qadên têkoşîna azadîxwaziyê de ji her demê zêdetir hewl bidin rêxistibûniyê mezin bikin. Bê guman pêkanîna civaka azad û gelê azad wê bi azadiya jinê re pêkan be û civaka Kurd bi saya têkoşîna jinên azad nêzî azadiyê bûye.”