Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KODAR: Îranê ne proje heye û ne jî rê dide projeya gel

Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya li ser guşarên desthilata Îranê li gel û daxwazên gel nirxandin kir û got: “Îran ne bi xwe projeya çareseriyê heye û ne jî rê dide civakê projeya xwe bi rê ve bibe. Ev jî dihêle ku rewşa Îranê her biçe aloz û tegav bibe.”

Heveroka Komelgeya Demokratîk a Azadî a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)li ser mijarên guşarên rejîma Îranê ya li ser civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, dîsa daxwazên gel û pêwîstiyên guhertina desthilata Îranê ji servîsa beşa zaravayê Soranî ya ANF’ê re nirxand.

Tanya bal kişand ser nerazîbûn û daxwazên gel ên ji bo rejîma Îranê ragihandibû û got: “Civaka Îranê sala borî bi dirûşma ‘Nan, Kar, Azadî’ daketibûn qadan û daxwazên xwe anîbûn ziman û nerazîzbûnên xwe yên ji bo hikûmeta Îranê ragihandibû. Ji wê rojê bigire heta niha rêveberên rejîma Îranê guh û çavên xwe ji daxwazên gel re girtine. Ew jî bingeh daye avakirin ku gelên navxwe ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê hewl bidin xwe bi rêxistin bikin û ji bo pêkanîna daxwazên xwe.

 ‘CIVAKA ÎRANÊ XWEDÎ HELWEST E’

Li ser civaka Îranê jî Tanya got: “Di roja me ya îro de civaka Îran yek ji zindîtirîn civake, siyaseta li her derê dibîne û dinirxîne. Dîsa her guhertineke siyasî û guşarên li dijî civakê bê kirin, civak li dijî vê radibe û dibe xwedî helwest.”

‘JIN PÊŞENGTIYA SERHILDANÊN ÎRANÊ DIKE’

Hevseroka KODAR’ê bal kişand ser çalakiyên gel û nerazîbûnê gel ên li dijî rejîma Îranê yên bi pêşengtiya jinan tê kirin û ev nirxandin kir: “ Dema em li rewşa herêmê û nêzîkariya rêveberên rejîma Îranê ya li jinê dikin, em dibînin fetwayên nû yên olî û siyaseta nû li ser jinê dikin. Li dijî van hemû kiryar û pêkanînan jî jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêşentiya hemû çalakî û raperînên gel ên li dijî rejîmê tên organîzekirin dikin. Di heman demê de karker û hemû beşên civakê di nava têkoşîneke xurt de ne, li bermaber jî berdêl didin.”

‘DAXWAZÊN GEL JI BO ME PEYAM IN’

Tanya anî ziman ku hemû ew gotin û siyaseta ku dihate gotin ku rejîma Îranê nayê gurhertin û guhertinan di nava xwe de nake. Tanya da xuyakirin ku li ser daxwazên gel civaka Îranê daye diyarkirin ku beşekî serekî ya hêza guhertinê li nava Îranê de heye, ji bo wê jî civaka amadeye li her guhertinekê mohara xwe lê bide û wiha pêde çû: “Ev hewldane ji bo me KODAR peyameke hem ji bo niha hem jî ji bo siberojê em guh bidin daxwazên gel û em jî amadekariyên xwe yên ji bo her guhertinekê bê kirin eşkere dikin û bi hemû rengî piştgiriya gel dikin.”

 ‘KODAR SÎSTEMA CIVAKÊ YE’

Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya li ser sîstema KODAR û xistina meryetê ya vê sîstemê ya di nava civakê de ev tişt got: “KODAR sîstema civakê bi xwe ye. Di çanda wê de civakekî azadîxwaze, ji bo vê jî kadroyên xwe rêxistin dike ku di nava civakê de vê sîstemê bixe meryetê. Lê heta niha ev sîstem li gorî pêwîst nekariye pêdawîstiyên gel bicih bîne, sedemê vê jî ew e ku sîstema heyî ya desthilat a rejîma Îranê rê nade gel bi sîstem bibe û bigihêjin mafên xwe.”

Tanya anî ziman ku tim di nava liv û tevgrê dene, bi gel re di nava têkiliyê dene û got: “Têkiliyên me bi gel re pêş ketine, xebatên cûr be cûr dikin. Ji bo civakê gelek projeyên me yên cihê hene û heta ji bo temama Îranê ev yek di çapemeniyê de jî hate ragihandin.”

Hevseroka KODAR’ê bal kişand ser serketina KODAR’ê û diyar kir ku wê bi du rêyan bikarin serketinê bi dest bixin û wiha pêde çû: “A yekem; me kariya sîstemekî netewî bidin avakirin ku daxwazên gelê me pêk bîne, her wiha li ser xebatên wiha kar zêdetir bikin ku bikarin hemû partî û saziyên bikişînin Yekîtiya Netewî û yekîtiyekê ava bikin. Dîsa gel li navxweyî yekîtiyekê ava bikin ku zextê li hemû aliyên siyasî û saziyên Rojhilatê Kurdistanê bike ku bikare yekîtiyekê çêbike.”

A duyemîn; li hemberî siyaseta Îran ku dixwaze vê sîstemê reş bike, gel şerê hev bikin û yekîtiya nava gelan xirab bike, em dixwazin gelên Îranê di aliyê yek netewê de bêyî ferq û cûdahiya di navbera Kurd, Azerî, Fars û Ereb di têkoşînê de yek rêbaz bin. Bi pêşengiya platforma gelan ku li Ewropa hate damezrandin me karî yek rêzî û yekîtiyê di nava gelên Îranê de pêş bêxin. Em hewl didin ku hemû bikarin bi şêwazekî demokratî û aştiyane bijîn û ev fikir di nva civaka Îranê de belav bibe û heta astekî baş jî gelên Îranê ev qebûl kiriye. Di aliyê hizir de kar li ser hatiye kirin û heta em dikarin bêjin niha civaka Îranê di vî alî de amadeye.”

Hevseroka Kodarê Zîlan Tanya têkildarî zextên desthilatdariya komara îslamî ya Îranê yên li ser Kurdistanê û got: “Îran ferq û cudahiyê naxîne navbera gelên navçeyê û hemû gelên dibin desthilatariya xwe beyî cûdahî zextan li wan dike û diçewisîne. Lê zextên rejîma Îran bi taybet li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê taybet e ji ber ku navçeyekî stratejîk e. Guhertineên li Rojhilata Navîn bandora xwe li Îranê dike û Îran tirsandiye. Jiber wê jî bi şêweykî cuda nêzikî gelê Kurd dibe. Çalakgeran dixe zindanê û daxwaza azadiyê diçewisîne. Ew siyaseta komarî îslam li dijî Kurdan birêve dibe siyastekî wiha nîne ku pêwîstiyên gelê Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne.

‘PROJEYA ÎRANÊ NÎNE Û DESTÛRA PROJEYA GEL JÎ NADE’

Hevseroka Kodarê Zîlan Tanya qala projteyên Îranê kir û wiha domand; “Îran ji bo xwe projeyekî nîne û destûr nade gelê Kurd bi îradeya xwe projeyan pêş bêxe. Divê komara îsalmî ya Îranê dev ji vê siyaseta xwe ya êşkencekirinê berde û destûr bide civak bixwe têkoşîna xwe pêş bixe. Jİ ber ku civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî têkoşîn û xebata 40 sal an gihiştiye wê astê ko bi îradeya xwe têkoşîn bike. Rejîma Îranê ji vê keyfxweş be nebe wê civak siyaseta xwe birêve bibe. Ji ber ku civak gihiştiye wê astê ku siyaseta xwe bixwe rêve bibe.

Niha rewşek li Îranê heye ku her siyasiyek yan berpisyarek zilm û neheqiyê li beramberî gel dike dixe stuyê kesekî tir û kesek jî xwe berpirsyar nabîne û hemû roj pirsgirêkên nava civakê destpê dikin. Tu kes di nava rejîma Îranê de amade nîne ku guhdarî daxwazên gel bike û bi wan re rûne. Di rewşekî wiha de dewleta şerîet namîne û nikare xwe li ser pêyan bigre.

‘JI BO SERKETINÊ ÇARESERÎ TÊKOŞÎNA HEVBEŞ E’

Hevseroka KODAR’ê Tanya têkildarî têkoşîna hevbeş jî got: “Di navbera hêzên çepgir, anarşîst, demokrat, rewşenbîr û hemû nûnerên civaka Îran û gelê Kurd têgihiştinekî havbeş heye û eger têkoşînek serbikeve ew jî têkoşîna hevbeş e. Em weke KODAR û hemû hêzên Îranî dikarin derfetek wiha çêbikin û yekrêziyê çêbikin lê ya girîng ew e ku hinek partiyên cuda dixwazin bi hêzên navxweyî mudaxeleyî rewaşa navxweyî ya Îran bikin û ev jî wiha dike ku pirsgirkên civakî giran bibe û helwdanên çareseriyê paşve bixin.”

Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya daxwaza ji hemû hêzan kir û wiha got: “Divê hemû hêzên demokrat, anarşîst û azadîxwaz xwe ji van hêzan biparêze û nekevin nava leyîstokekî çewisandinê. Divê li beramberî rewşekî wiha xurt bin û girîngiyê bidin têkoşîna me. Dixwazim bêjim heta niha rewşekî wiha nebûye lê metirsîsyekî wiha heye.

‘DIVÊ GELÊ ME GIRÎNGIYÊ BIDE TÊKOŞÎNA XWE’

Hevseroka Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zîlan Tanya di dawiya axaftina xwe de got: "Niha guhertinên nû çê dibin. Di heman demê de rewşekî siyasî li holê ye. Mûdaxaleyekî sêyem rû dide. Divê bi awayekî gelek hûr û kûr nêzî mijarê bibîn. Li hemberî vê jî divê gelê me girîngiyê bide têkoşîna xwe. Bi hevdengî û yekrêzî têkoşîna xwe ser bixin. Ji bo vê jî têkoşîna hevbeş pêwîst e. Têkoşîna tek alî yan kesî îro ji bo gelê Kurd qezenca xwe nîne. Xizmetê ji bo rewşê nake. Ez bang li partî û gelê Rojhilatê Kurdistanê dikim ku erka dikeve ser milê wan bikin û bi azadî temaşeyî rewşa siyasî bikin. Ji bo pêşîlêgirtina metirsiyekî li ser gel were kirin temaşeyî siyaseta demokartîk bikin.”