Koçyîgît: HDP ji bo vî welatî garantiya aştî û yekîtiyê ye

Wekîla HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkildarî zextên li ser HDP'ê axivî û got, "HDP arantiya yekîtî û aştiya li vî welatî ye. Eger li vî welatî tiştekî bi navê yekîtî, azadî û demokrasiyê hebe, ev yek bi saya HDP'ê, gel û hêzên demokratîk e."

Baskê Colemêrgê yê "Meşa Demokrasiyê" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gihîşt Amedê. Yek ji meşvanan jî Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît e. Koçyîgît têkildarî meşê axivî û diyar kir ku HDP ji bo vî welatî garantiya aştî û yekîtiyê ne û got: "Yeqîn bikin eger HDP li vî welatî nebûya, wê ev welat îro di asteke cudatir de bûya."

'MEŞ TÊ WATEYA RABÛNA LI BER FAŞÎZMÊ'

Koçyîgît got, ji ber ku demeke dirêje li Tirkiyeyê şert û mercên faşîzmê heye, ev meş gelek girîng e û wiha axivî: "Meşa me 15'ê Hezîranê ji Colemêrgê dest pê kir. Ez dikarim bêjim ku hem ji aliyê me ve hem jî ji ali yê gelê me yê li bajaran me pêşwazî dike, meş pir bi coş didome. Em rastî tabloyên ku ev demeke dirêj e em bi hesreta wan bûn hatin. Li kolanan bi coş û hezkirin em hatin pêşwazîkirin. Di vê çarçoveyê de pir girîng bû.

Hem em, hem hêzên demokrasiyê hem jî gelê me, vê meşê manedar dibînin. Ev meş ji bo me pir girîng e. Ji ber ev demeke dirêje em li Tirkiyeyê di nav şert û mercên faşîzmê de dijîn. Em hewl didin di nav van şertan de têbikoşin. Ya rastî ev meş tê maneya rabûna li ber vê faşîzmê. Tê maneya têkoşîna ku mirov tevahî civakê dawetî têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê dike. Civakê li hev kom dike."

'EV PÊKANÎN WÊ ME JI RÊYA ME QUT NEKIN'

Koçyîgît da zanîn ku di rêwîtiya meşê de gelek astengî derketin pêşiya wan û got, "Hewl dan li Colemêrgê meşa me asteng bikin. Li ketina Wanê hevalên me destgîr kirin. Li vir li me xistin. Li Bismilê jî ku me dixwest em tenê gelê me yê li ber rêyan silav bikin, hewl dan wê jî asteng bikin. Di mesafeyeke nêz de gaz bi kar anîn. Gelek hevalên me ji gazê bandor bûn. Em pir eşkere û zelal vê bêjin, ev pêkanîn wê me ji rêya me qut nekin. Em bi biryar in. Çi dibe bila bibe wê ev meşa me bi serketî bi encam bibe."

Koçyîgît destnîşan kir ku divê tevahî gelên Tirkiyeyê vê zanibin, ew wekhevî, azadî û demokrasiyê dixwazin û wiha dom kir: "Em li hember van polîtîkayên tekperest ên AKP-MHP’ê derdikevin. Îro eger em di nava xizaniyê, bêkariyê de bin, di nav şert û mercên koronayê de eger em neçar dimînin bixebitin, dîsa welatên din ku ji bo welatiyên xwe pakêtên alîkariyê eşkere dikin, lê li Tirkiyeyê hikûmet kampanyaya alîkariya ji dewletê re dide destpêkirin, divê her kes baş bifikire. Hewce ye em pêkve li dijî vê derkevin. Ev tenê meşa HDP'ê nîne. Meşa her mazlûmên li vî welatî ye. Meşa her kesê mafdar e. Meşa her mexdureyekî ye. Meşa her kesê wekî din tê dîtin e. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe dikin ku li dora meşê bigihîjin hev."

'MEŞA YEKITIYÊ'

Koçyîgît bilêv kir ku ew bawer in wê ev meş li Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, li Tirkiyeyê jî ji yekîtiya demokratîk re bibe wesîle û ev tişt got: "Me agahiyeke girîng wergirt. Ji Rojava agahiyeke yekîtiyê hat. Em bawer in wê ev meşa me li Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, li Tirkiyeyê jî ji yekîtiya me ya demokratîk re bibe wesîle. Wê paşeroj pir xweş be. Ji sedî sed em ê bi ser bikevin. Wê ev faşîzm biçe. Wê pergala AKP-MHP'ê biçe. Wê gel û kesên têkoşînê dikin bimînin. Çi dibe bila bibe em ê vî welatî azad û demokratîk bikin. Her wiha em ê pêşî lê vekin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ev meş di heman demê de wê bibe wesîleya wê jî."

'HIKÛMETA AKP’Ê TIMÎ METAFOREKE DIJMIN AVA DIKE'

Koçyîgît da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê timî metaforeke dijmin ava dike û got: "Li ser vê dixwaze alîgirên xwe li dora xwe bigire. Bala xwe bidinê di pêvajoya hilbijartinan de serî li rêbazên ku hestên neteweperest ên mirovan bilind dike pêş dixe. Li dijî Efrînê, Başûrê Kurdistanê operasyon û dagirkerî pêk anîn û pêk tînîn. Van hemû tiştan ji bo xwe ji tengasiya ketiyê xelas bike, dike. Niha dîsa di heman rewşê de ne. Di vê pêvajoyê de korona heye, bêkariyeke ciddî heye. Li Tirkiyeyê asta kesên bi koronayê dikevin li gor welatan pir zêde ye. Mirov nan nabînin, li ser çopan li nan digerin. Jin êdî nikarin bi tûrikan biçin bazaran. Di rewşeke wiha de wê hikûmet çi bike? Ji bo vê pêwîstiya wan bi hinekên din heye. Dibêjin em HDP'ê krîmînalîze bikin, terorîze bikin û ji vir jî em desthilatdariya xwe bimeşînin. Em vê red dikin."

'HDP JI BO VÎ WELATÎ GARANTIYA AŞTÎ Û YEKÎTIYÊ YE'

Koçyîgît diyar kir  ku HDP ji bo vî welatî garantiya aştî û yekîtiyê ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Yeqîn bikin eger HDP li vî welatî nebûya, wê ev welat îro di asteke cudatir de bûya. Eger hê jî li vî welatî li ser navê wekhevî, azadî û demokrasiyê tiştek hebe ev bi saya HDP'ê, gelê me û hêzên demokrasiyê yên bi HDP'ê re dimeşin e. Lewma hewldana wan a krîmînalîzekirin û terorîzekirina meşa me vala ye. Em ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê dimeşin. Her wiha em ji bo jinan, xwezaya xwe, ava xwe, xaka xwe û meşa xwe bimeşin. Li ti devera vê meşê me ji wan re ti nan û pariyek dernakeve. Ev meş meşa gelan, mazluman, kedkaran, jinan e. Çiqasî bixwazin bila bikevin nav hewldanan."