Kobanî piştgiriyê dide grevên birçîbûnê
Gelê Kobanê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, dest bi greva birçîbûnê kir.
Gelê Kobanê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, dest bi greva birçîbûnê kir.
Saziyên TEV-DEM’ê, PYD, Saziya Malbatên Şehîdan û pêkhateyên li herêmê li Gundê Şêranê li hev kom bûn û çalakvanên grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê silav kirin. Ji sazî û pêkhateyên herêmê, 60 kes ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê, wê 3 rojan têkevin greva birçîbûnê.
Serokê Mala Gel ê bajaroka Sirînê Hecî Mihemed got:“Ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên ku li hemberî pêkutiyan ketine greva birçîbûnê, ez ê jî têkevim greva birçîbûnê.”
Hewa Mislim ê ji gundê Şêranê jî wiha got: “Dewleta Tirk bi girtin û zindanan nikare me bitirsîne. Rêber Apo ev bû çend sal ku di zindanê de ye, lê dîsa jî nikarin vîn û îradeya wî bişkînin. Bila Erdogan zanibe ku em Kurd giştî yek in û em ji hev naqetin.”
Sîham Misko yê ku ji gundekî başûrê Kobanê beşdarî piştgiriyê bû jî got: “Çawa ku Bakurê Kurdistanê em bi tenê nehiştin em jî ji girtiyên di greva birçîbûnê de dibêjin, hûn ne bi tenê ne.”