KNK ji bo yekîtiya netewî serdana rewşenbîrên Hewlêrê kir

KNK a ji bo yekîtiya netewî piştî li gel partiyên siyasî civiya, niha jî li gel rewşenbîr û rûspiyan re hevdîtin lidar dixe. KNK piştî Dihokê îro li Hewlêrê bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyan re civiya.

Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ya ku ji bo gotûbêkirina platformekî hevpar a ji bo lidarxistina Kongreya Netewî hevdîtina li gel partiyên siyasî yên çar parçeytên Kurdistanê re kirin, duh piştî li Dihok bi rewşenbîr, nivîskar, pêşmergeyên Dêrîn û rûspiyan re hevdîtin kir û şûnde, îro li Hewlêrê bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyan re jî civiyan.

Heyeta KNK’ê ya ji alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, endamê Konseya KNK’ê Dr. Damûran Berwarî û Endamên KNK’ê Raman Mecîd, Fûad Zîndanî, Fîryal Heranî, Şikrûllah Hemed Emîn li gel Ferhat Dostkî pêk dihat, bi gelek akademîsyen û rewşenbîrên ku di nav de parlementera berê ya parlementoya Iraq a YNK’ê Rabîa Hemedî, Hîwa Seyîd Selmî, Sedîq Hesen Şûkrî, Erdelan Letîf, Şêx Fazîl Hîranî, Farîs Kerîm re civiyan.

 ‘ARMACA ME BIRÎNA KU XWÎN JÊ TÊ PÊÇAN E’

Piştî hevdîtinê û şûnde Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade axaftin kir û diyar kir ku ji bo yekîtiya netewî, têkildarî xebata dikin agahî bi rewşenbîr, akademîsyen û rûspiyên Kurdistanê re jî parve bikin. Kemalîzade wiha got: “Heta niha li her çar paçeyên Kudistanê me bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk aniye. Armanca me ya sereke ji vê xebatê birîna gelê me ya li her çar parçeyeyên Kurdistanê ku xwîn jê diherike pêçan e. Me weke KNK’ çareya vê birînê Yekîtiya Netewî dît. Ji bo vê jî me dest bi xebatan kir. Ji bo vê em li çar parçeyên Kurdistanê bi hemû partiyên siyasî û hêzan re civîn pêk anî û platformekî hevpar a gotûbêjan bidin avakirin.”

‘LI DORÎ STRATEJIYEKÎ SIYASÎ LI HEV KOM BIBÎN’

Piştî axaftina Kemalîzade Endamê ji Dîwana KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî axivî û têkildarî xebatên KNK’ê agahî da. Berwarî piştî agahiyên dayîn û şûnde ev tişt anî ziman: “Bê şik û goman gelek rê hene ku biçe armancê. Li çar çarçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd gelek hêz hene ku têkoşînê dikin. Lê van hêzan bi rastî û xeletiyên xwe ve gelek caran êşên gelê me zêdetir kirine. Sedemê vê jî parçe bûne. Em weke KNK’ ji bo çareserkirina vê parçebûnê û li dorî stratejiyekî hevpar a bi hêz a siyasî kom bibin, xebatekî wiha pêwîst dît.”

Piştî axaftina Berwarî û şûnde hinek ji rewşenbîr û rûspiyên ku beşdarî civînê jî bûn mafê axaftinê girtin û têkildarî xebatan nêrîn û nirxandinên xwe kirin:

 ‘DIVÊ HÊZÊN KURD BIKARIBIN PIRSGIRÊKÊN XWE GOTÛBÊJ BIKIN’

Parlementera berê ya Parlementoya Iraqê ya YBK’ê Rabîa Hemed axivî û pêkanîna vê xebatê ya pêvajoyekî dîrokî de xwedî wateyekî girîng e û got: “Em didin diyarkirin ku ev xebat xwedî wateyekî gelekî girîng e. Ev platform wê hêzên siyasî bîne gel hev û têkildarî xebatan bidin û bistînin û wê fersenda axaftina pirsgirêkan bibîne. Lê ji bo ev xebat bigihîje encamekê, divê me hemû bikevin nava hewldanan. Ji ber ku xebatên ku encamê nede di nava gelê me de hêviya yekîtiyê tengav û zor dike.”

'HEVIYA GELÊ ME PÊKANÎNA YEKÎTIYÊ YE'

Di civînê de Rojnamevan Niyaz Ebdullah ji axivî û ji bo xebatên ku KNK'ê dayî destpêkirin spasiya wan kir û diyarkir ku ji bo xebatên yekîtiyê pêwîste 2 xalan berçav were girtin û wiha got: "Ji van xalan yek ew e ku hêviya gelê me pêkanîna yekîtiyê ye. Ya duyemîn ji pêwîste hinek prensîbên hevbeş bê diyarkirin." Mamoste Belen Ebdullah ji axivî û diyarkir ku pêwîste xebatek bingehîn were meşandin ku destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê bigre nava xwe. Di civînê de Elî Mehmûd ji axivî û pêşniyar kir ku KNK xebatên xwe bi şêweyekî berfirehtir bigre dest.

'PÊWÎSTE DESTPÊKÊ YEKTÎTIYA NETEWÎ BÊ AVAKIRIN'

Azad Cola ji diyar kir ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye û ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin gavên bingehîn ne hatine avêtin û gav kêm hatine avêtin û wiha got: "Em hêvîdarin ku KNK giraniya xwe dane holê û hêzên Kurdî bîne gel hev û vîna xwe dane holê." Piştre Mam Faris Kerîm ji axivî û spasiya KNK'ê kir û got: "Mala me ya hevpar Kurdistana parçebûyî ye. Lê belê di nava parçeyan de ji parçe hene. Em dixwazin şoreşê pêkbînin, em dixwazin referandûmê pêkbînin, em dixwazin xweseriyê pêkbînin? Bersivên van pirsan bi avakirian yekîtiya netewî em dikarin pêkbînin."

Di civînê de gelek kesan mafê axaftinê girt û civîn bi şêweyê pirs-bersiv bi dawî bû.

PLATFORMA GOTÛBÊJÊ DI 15'Ê TÎRMEHÊ DE YE

Di roja 12'ê Hezîranê de li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê çapemeniyê hatibû ragihandin ku wê ji bo avakirina platfroma gotûbêjkirina yekîtiya netewî ya Kurd bi partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê re dest bi civînan hatiye kirin. Duh ji li Silêmaniyê heyeta KNK'ê bi daxuyaniyekê çapemeniyê di derbarê xebatan de agahî dabûn û biryar hatibû dayîn ku bi tevlîbûna 300-350 kesan di 15-16'ê Hezîranê de li Silêmaniyê wê platforma gotûbêjkirinê were lidarxistin.