Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber 37’emîn salvegera komkujiya kurdên Feylî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, “Rejîma Beasê ya Iraqê di sala 1980’î de li Bexda û bajarên din, dest bi girtin, kuştin û derbiderkirina kurdên Feylî kir. Di wan salan de nêzî 600 hezar zarok, jin û kal û pîr û ciwan bi sedema ku bi regez ne Iraqî ne, mal û milkên wan hatin desteser kirin û derbiderî Îranê hatin kirin û nêzî 20 hezar kurdên Feylî jî hatin girtin.”
Di peyama salvegera komkujiyê de ev tişt hat destnîşan kirin ku, “Di qonaxên cuda yên di hukmê desthilatdariya Îraqê de, pir caran kurdên Feylî ji sedema întîmaya etnîkî û dînî ve rûbirûyê êrîş û destdirêjiyan bûne. Lê ya ji hemûyan hovanetir rêjîma Beas bû ku bi eşkere enfalkirina kurdên Feylî ragihand û bi pratîk encam da û bi hezaran kurdên Feylî bûne qurbanî.
Di vê zor û zordariyê de kurdên Feylî ji aliyê fizîkî, sosyolojî, aborî û çandî û heta ziman û zarava de tûşî qirkirin û asîmîlasyonê hatin.
Di roja îro de, ligel 14 sal bi ser herifîna rejîma Sedam derbas bûbe û desthilatdariyeke nû li Iraqê hebe jî, mafên kurdên Feylî her nehatine dayîn û arîşeyên wan çareser nebûne. Mixabin heta niha hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi awayekî ciddî ber bi daxwazên wan ve neçûne û arîşeyên wan çareser nekirine.
Kurdên Feylî, cih û bandora wan bi ser hemû qonaxên xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê heye û diyar e. Ew xelkê resen yên vî niştîmanî ne û her dem li ser axa xwe xwedî giyanê welatparêzîyê; û mînak û sembola jiyana bihevrebûnê ne.
Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di 37’emîn salvegera enfalkirina kurdên Feylî de, li hemberî giyanê hemû şehîdên kurdên Feylî kemberbest dibin.”
Di daxuyaniyê de bang li xelkê Kurdistanê, rêxistinên sivîl, tevahî partî û rêxistiyên siyasî hat kirin ku, piştgir û piştevanên xwişk û birayên xwe yên Feylî bin. Di heman demê de, daxwaz ji dewleta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê hat kirin ku bi ciddî daxwazî û mafên Feylîyan girîng bibînin û kêmek ji barê giran û bêedaletiya dîrokî ya li ser milê wan jî sivik bikin.