KNK’ê têkildarî Heşd El Şebî û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî Heşd El Şebî û rewşa Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî Heşd El Şebî û rewşa Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî kir, çi mezin çi jî biçûk, ku bi hest û hîseke niştîmanî ya bilind û berpirsatî ya dîrokî ve serederî yê di gel vê rewş û doxê de bike û ji plan û planên dagirkeran agahdar bin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK’ê diyar kir ku ji bilî arîşe û aloziyên di navbera Başûrê Kurdistan û Bexdayê de, bi cihnekirina madeya 140’î, ne şandina para budce yê û ne hevçeperî ya bexda û Kurdistanê li hember êrişên DAIŞ ê, niha bajarê Xurmatû û deverên din yên Başûrê Kurdistanê ketine ber gef û zextên “Heşd El Şebî  û got: "Ev hêza çekdar, li gor belge û daxuyaniyan, gardeke Şîî mezheb ya Erebî ye û rastewxwe di bin kontrola dewleta Îranê de ye.”

HÊZÊN KURDISTANÎ DI ŞERÊN ÇEPERAN DE ZÊDETIRÎN ŞEHÎD Û QURBANÎ DANE

KNK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ne cihê gumanê ye di van şerên ku li ser sinorên Kurdistanê û sunîmezhebên Iraqê yên li hember DAIŞ ê tê kirin, hêzên Kurd û Kurdistanî, ne tenê bi bihêztirîn, lehengtirîn û rêxistîtirîn hêz in, dibe hêzekên ku sekolaristvin û rêzê li tevcore dîn û bawerİyekê digirin û wiha got: “Her wiha ew hêzên ku bûne cihê baweriya pêkhateyên din ên deverê jî. Nimûneya rêveberî ya îdareya Kerkukê de gelek caran Kurdan ji dana mafan ji bo pêkhateyên din, zirar pêketiye û ji gelek mafên xwe bêpehr bûye.”

KNK’ê helwesta dewleta Iraqê neyênî nirxand, wiha dom kir: “Hêzên Kurdistanî yekem hêzên ku di şerên çeperan de zêdetirîn şehîd û qurbanî dane. Başûrê Kurdistanê bûye bihuşta ewlehî û parastina Şîî, Sunî û li hembêzkirina Xiristiyanên nava Iraqê ew ên ji ber şer û zilma DAIŞ ê dibezin. Mixabin helwesta dewleta Iraqê li hember van rastiyan, wek pêwîst pozîtîv nebûye. Gelek caran biryar û binemayên destûrî û qanûnî hatine binpêxistin û ji alî siyasî, leşkerî û aborî  fişar û zextên mezin danîne ser herêma Kurdistanê.

Yek ji xirabtirîn corên şerfirotinê yên li dijî herêma Kurdistanê, niha “Heşd El Şebî“ ye. Bi aşkera diyar e ku ev hêz ji bo merema jarkirin “ lewazkirin” û dagirkirina sinorên Germiyanê ya li herêma Kurdistanê, ev navçe ji deverên bi mifa û axa bi bereket a çandinê û deşteke bi berhem û her wiha ya stratejîk e. Gel û pêkhateyên vê deverê bi astekê berçav û baş li hev bûne û pêk ve jiyan qebûl kirine. Desttêwerdana dewleta Iraqê û dewletên derdor ji bo têkdana aramî û duberekî çêkirinê nayê qebûl kirin û ji alî Kurdistaniyan ve berevanî jê tê kirin. Xûrmatû devereke veqetiyayî bûye ji Kurdistanê, piştî ku Kurdistaniyan karîn ji êrişên DAIŞ ê biparêzin û bi awakî asayîş û êmnahî yê ferahem biken, neyarên Kurdistanê ji bo dagirkirin û têkdana rewşê ketine karê tevlîhevkirinê û arîşe çêkirine, heta parekê hêzên Kurdistanê bi enîyeke din mijûl bikin jî serkeftinên li Şengal û Hol û deverên din pê veşêrin.”

KURD ÇEPERVALAKER NÎNE Û TESLÎMBÛNÊ QEBÛL NAKE

KNK’ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku pêwîst e Kurdistanî ji van metirse û gefan fêm bikin û yekdeng û hevçeperî li hember ev core hewlan rawestin. Daxuyanî wiha berdewam dike: “Di heman demê de pir girîng e ku di çarçoveya prensîbên xweparastina rewa de kar bê kirin. Bi vê ramanê ku Kurd rêzê li hebûna pêkhate û ayin û mezhebên din digire. Ev arîşên han arîşeyên nava Sunî, Şîî û Kurdan û Tirkmenan de nîne, lew pêwîst e ew pêkhateyên din jî ji van gef û metirsiyan re bên hişyarkirin û danekevine nêva şerekî li dijî gelên Kurdistanê, ku li dawî yê zirarmendê yekemîn her wê ew bin. Bi taybetî piştî rizgarkirina Şengal û şkestinên dewleta Tirkiyeyê û serketinên Kurdistaniyan li Rojava, neyarên me wê mifayên mezin ji ne seqamgîrî ya Kurdistanî yan girin. Ji ber vê yekê jî hewla çêkirina tevlîhevî û duberekî û tirşe didine ber Kurdistanê.

Li ser wî esasî bersiva herî pozîtîf a Kurdistaniyan ew e ku berdewamiyê bi aştî, pêkvejiyanê, xwişktî û biratî bidin. Kurd çepervalaker nîne û teslîmbûnê qebûl nake û Kurdistaniyan biryar daye, ku li ser axa xwe bimîne û serbilind û azad û serbixwe tê de bijî.”

AŞTÎ HÊZA ME YE

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, KNK’e daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî kir û herî dawî got: “Çi mezin çi jî biçûk, ku bi hest û hîseke niştîmanî ya bilind û berpirsatî ya dîrokî ve serederî yê di gel vê rewş û doxê de bike û ji plan û planên dagirkeran agahdar bin. Xwest û xweziya aştî yê xala lawaza me nîne, Aştî xala îrade û bi hêziya me ye.”