KNK'ê serdana yekîtiya parlamenteran kir

Heyeta KNK'ê ku bi erka yekîtiya neteweyî radibe, li Hewlêrê çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê.

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ku ji bo pêkhatiya yekîtiya neteweyî dixebite, li Başûrê Kurdistanê çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê. Heyeta KNK'ê ku ji Alîkarê Hevserokan Tahir Kemalîzade, endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û endamê KNK'ê Ferhat Dostkî pêk tê, ji aliyê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê Nîmet Ebdulah û parlamenterên berê Nadir Qeladizî, Kerîm Behrî û Nehle Xan ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtin li çapemeniyê girtî pêk hat û saet û nîvekê dewam kir. Piştî civînê, daxuyaniyek hate dayin. Serokê Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê Nîmet Ebdulah di destpêka civîna çapemeniyê de axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman. Ebdulah got, "Ji ber karê xwe yê ji bo yekîtiya neteweyî em KNK'ê pîroz dikin. Hêvîdar in ku wê encameke erênî jê derkeve ku xizmetê ji gelê Kurd bike."

Ebdulah diyar kir, pêwîstiya tevahiya Kurdistanê bi karekî wiha heye û got, "Hemû hêzên Kurd dikarin projeyên xwe li vir bînin ziman û bikin yek. Ji ber ku gef li ser tevahiya Kurdistanê heye. Ji bo berterefkirina van gefan, yekîtiya neteweyî pêwîst e. Hêvîdarim wê ev hewldan bi ser bikeve."

Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade piştre axivî û ji ber piştgiriya ku Yekîtiya Parlamenteran daye hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî, ew spasiya wan dikin.

Heyetê KNK'ê, ku piştî danûstandinên bi partiyên siyasî re dest bi serdana nivîskar, rewşenbîr, rûspiî û pêşmergeyên Dêrîn kir, piştî danûstandinên xwe yên li Duhok û Hewlêrê wê îro danê êvarê li Kerkûkê bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyan re rûnê.

KNK'ê roja 12'e Hezîranê li Silêmanî civîneke çapemeniyê lidar xistibû û ji bo pêkanîna platformeke hevpar ji bo nirxandina yekîtiya neteweyî ya Kurd, dest bi serdana partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê kiribû. Heyeta KNK'ê duh civîneke çapemeniyê lidar xist, agahî li ser karê xwe da û ragihand, ew ê di 15-16'ê Tîrmehê de bi beşdariya 300-350 kesî platforma hevpar li Silêmanî bicivînin.