KNK’ê salevgera rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

 Komîteya ragihandinê ya Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke 22’ê Nîsanê salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.

 Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) salvegera rojnamgeriya Kurdî, ku bi derketina rojnameya ‘Kurdistan’ê, 22’yê Nîsana 1898’an dest pê kirî pîroz kir.

KNK’ê got rojnameya Kurdistanê ji hêla rewşenbîrî û raya giştî ya Kurdistanî ve di dema xwe de bandorek kir.

Daxuyaniya KNK’ê ya li ser salvgera rojnamegeriya Kurdî wiha ye:

Rojnameya Kurdistanê ku bi destê Miqdad Midhet Berdirxan li Qahîreyê paytexta Misirê derket, ji bo me Kurdan di wan rojan da, tenê karekî rojnamgerî ya ji rêzê nebû, lê ji bo civakeke ya  bin destê dagirkeran de, nexwende û bê agah ji dîroka xwe, însiyatîfek tijî wêrekî û îrade bû. Ew rojname bi çend hejmarên kêm ku di diyaspora û li cihên cûda derket, vebûna pencereyek bû di dinyayeke cûda û gavek bû ku Kurd birin nava dîroka cîhanê. 

Li gorî çavkaniyan, beşeke mezin ji rojnameya Kurdistanê ji bo Kurdistanê dihat şandin û bê beramber di nava civaka Kurd de, dihat belavkirin. Bi vê tiştê karî zêdtir cihê xwe nava civakê de veke û hat nasîn. Bû çavkaniya nûçe û têgîneke cûda jî, li ser xwe nasîn û têkoşîna gelê Kurdistanê hilbirand.  Eger di wan rojan da, di vê derfeta teng, tenê rojnameyek û karên rojnamegerî rol û bandoreke wisa kiribe, bêguman di vê qonaxa aloz û hestiyar ya Kurdistanê de, tevî astengiyên cûda pêşiya rojmegeriya Kurdî, derfeteke zêdetir heye ku rojnamegeriya Kurdî roleke mezin di tevgera azdîxwaziya Kurdistanê bibîne. 

Niha gelê Kurdistanê bi amorên cûda yên teknelojî û çekên komkuj û siyasetên hûndurîn, herêmî û navdewletî de, ji her demê zêdetir di bin gefa dagirkerî û komkujiyan de ye. ji bo wê jî daxwaz li rojnamevanên Kurdistanê têkirin ku bi erkên xwe ya piroz rabin. Pirsên netewî û nîştimanî yên Kurdistaniyan, pirsgirêkên hundûrîn, objêktiv û bi riheke ku ewlekariya netewî gelên Kurdistanê biparêze, bêxin rojeva xwe û li gorê wê kar bikin.  Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê , tevî pirozkirina roja rojamgeriya Kurdî li hemû gelê Kurdistanê û hemû rojnamevanên welatparêz û wêrek, carêkî din bi israr e ku rojnamevanî di piranî pirsgirêkan de dikarin rolên avaker bibînin û rêça bûyerên di berjwendiya civakê û welat biguherînin. 

Em  komîteya ragehandin ya KNKê, carêkî din silav li hemû rojnamevanên wêrek û dirust dikin, bejna xwe ji bo hemû rojnamevanên ku di rêya israra li ser peyam û pirensîpên rojanamegerî de jiyana xwe ji dest dan ditewînin. Di heman demê de silav ji bo rihê Miqdad Midhet Bedirxan û hemû rojnamevanên wêrek yên çapemenî û ragehandina Kurdî ku asoyeke li ser xwe birêvebirina civakê vekir.’’