KNK’ê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî salvegera darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê got gelê Kurd bi xwedî derketina li doza Qazî Mihemed têkoşîna xwe didomîne.

KNK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Serokkomarê Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mûhammed, birayê wî Sadrî, pismamê wî Seyfî Qazî yên hatin darvekirin bi bîr anî û diyar kir, gelê Kurd bi têkoşîna xwe xwedî li Qazî Mihemed derdikeve.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;

“Berî 71 salan weke îro, di 31’ê  Adara 1947’an de piştî herifîna Komara Kurdistanê li Mehabadê, Damezrêner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serok Komar Seyf Qazî û nunerê Mihabad lî Parlamenta Îranê û Nunrê Qazî Muhemed li Tehran Sadr Qazî, li sêdarê dan.

Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destkeftên mezin yên rêkxistina civaka Kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê tê de. Lê mixabin bi palpiştîya kolonyalizma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî bi Komarê hat. Bi wê jî ne sekinîn heta damezrêner û serokê wê jî li sêdarê dan. Dîsa bi plan û planên kolonyalîzma nevnetewî ew xewn û hîviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd binpê  kirin û di wî parçê Kurdistanê dagîrkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wî demî biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû, di nava wan şert û mercên giran yên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duwemîn da. Lew ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku Melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên Kurd bi kar tine, ciwanên Kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomînin. 

Em KNK, di bîranîna 71 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed,  Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîrtînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Her wiha sêrî de dakirkerên rejîma Îranê û hemî dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”