KNK'ê li Duhokê civîna yekîtiya neteweyî pêk anî

KNK'ê, ji bo avakirina platforma hevpar a li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd, li Duhokê bi rewşenbîr, rûspî û Pêşmergeyên Dêrîn civînek pêk anî.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), hevdîtin û danûstandinên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan dewam dike. Bi vê armancê heyeta KNK'ê îro jî li Duhokê bi rewşenbîr, nivîskar, Pêşmergeyên Dêrîn û rûspiyan re rûnişt.

Heyeta KNK'ê ya ji Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade, endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û endamên KNK'ê Seyîd Ekrem û Ferhat Dostkî pêk tê, li mala Dr. Kamûran Berwarî ya li Duhokê, bi rewşenbîr, nivîskar, Pêşmergeyên Dêrîn û rûspiyan re rûnişt, ku nava wan de Berpirsyarê Pêşmergeyên Dêrîn ê Herêma Duhokê Nemal Sedîq, Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Haşim Zêbarî, rojnamevan Saman Nûh û Elî Oremarî jî hebûn.

Di destpêka civînê de, ku endamên çapemeniyê jî lê amade bûn, Kemalîzade axivî û anî ziman, wan heta niha bi dehan hêz û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re hevdîtin kirine. Kemalîzade got, "Me xwest, piştî partiyên siyasî li gel rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan rûnên û nêrîna wan bigirin. Di vî karî de ku me ji bo gelê xwe dest pê kirine, em li benda piştgiriya we ne."

Di dema civînê de Berpirsyarê Pêşmergeyên Dêrîn ê Herêma Duhokê Mela Sedîq Sindî, Dr. Haşim Zêbarî û endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xist. Berwarî di civînê de axivî û li ser karê xwe agahî da. Berwarî got, "Weke KNK, em heta niha bi gelek rewşenbîr, nivîskar û rûspiyan re rûniştine. Hevdîtinên ku me li Duhokê dest pê kirin, wê li 4 wîlayetên din jî bidomin. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî, endamên KNK vî karî dikin."

Piştî Berwarî, Berpirsyarê Pêşmergeyê Dêrîn ê Herêma Duhokê Mela Sedîq Sindî peyivî û got, "Di pêvajoya heyî de Kurd gelekî xurt in, lê li aliyekî jî gelekî belawela ye. Ev yek jî qelsiya me ye. Hêvîdarim ev kar wê bibe gaveke mezin ji bo ji holêrakirina vê rewşa belawela ya Kurdan. Hêvîdarim her kes wê bi vê bîr û baweriyuê tevbigere û piştgiriy3e bide."

Dr. Haşim Zêbarî jî ragihand, li herêmê bûyerên girîng diqewimin û got, "Bala cîhanê li ser me ye. Hewl didin bibînin bê em çiqasî yek in. Eger em karibin bibin yek, hingî em ê bi rengekî serketî gelê xwe ji nava vê kaosê derxînin û bikin ku siberoja xwe diyar bikin."

Heyeta KNK'ê piştre danûstandinên xwe yên bi hêz û partiyên siyasî re ragihandibû ku wê di 15-16'ê Tîrmehê de li Silêmanî bi beşdariya 300-350 kesî platformeke ji bo nîqaşkirina yekîtî û kongreya neteweyî ya Kurdan lidar bixe.