KNK'ê ji gelê Kurd xwest ku piştgiriya Rojhilat bike

KNK'ê piştgirî da çalakiya kasibkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê û ji tevahiya gelê Kurd xwest ku xwedî li gelê Rojhilatê Kurdistanê derkeve.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser çalakiyên kolber û esnafan ên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li wan derkeve.

Di daxuyaniyê de hate gotin, karê kolbertiyê ne kareke ku Kurdistaniyan bi xwe hilbijartine, kareke ku li ser wan hatiye sepandin.

KNK'ê diyar kir ku Tirkiye û Îranê ji bo sivikatî bi vî karî bikin mohra qaçaxçitiyê lê dane û bi bîr xist ku hejmara kolberan bi destê rejîmên Tirkiye û Îranê roj bi roj zêde dibe.

KNK'ê da xuyakirin ku li dijî vê yekê li Rojhilatê Kurdistanê û hin herêmên Îranê çalakiyên boykotê tên kirin û got, "Çalakî di roja 11'an de ye. Ev çalakî bersiva li siyaseta bêkarkirin û birçîkirinê ya Komara Îslamî ya Îranê ye."

Konseya Rêveber a KNK'ê hovîtiya Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî kolberan bi tundî şermezar kir û piştgirî da nerazîbûna berfireh a cemaweriyê.

KNK'ê bang li Kurdistaniyên li gelemperiya cîhanê kir ku xwedî li gelê Rojhilatê Kurdistanê derkevin û yekîtiya neteweyî xurt bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîtiya neteweyî çeka me ya herî bi bandor e ku em pê bersivê bidin dagirkeriyê."