KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir

KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna xwe eşkere kir û got: "Dijminên me dixwazin şoreşa Rojava têk bibin. Têkçûna Rojava ziyaneke mezine ji bo hemû Kurdistanê. Divê rewşa Rojava, weke rojeveke sereke bê destgirtin û gora wê kar bê kirin."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekî nivîskî encama civîna xwe eşkere kir.

Dîwana Giştî ya KNK'ê, bi amadebûna piranîya endamanû beşdarbûna gelek nûnerên partî û sazîyên Kurdistanî, di rojên 20-21.05.2017 an de, li bajarê Charleroî yê Belçîka, civîna xwe ya asayî pêkanî.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Rojek pêş civînê (19.05.2017), xebereke nexweş hat ku sîyasetvan û têkoşerekî mezin yê gelê Kurd, Serokê Tevgera GORAN Birêz Nawşîrwan Mistafa,koça dawî kirîye. Evê rewşê rojeva me û rojeva civîna me jî guherand. Jibo vê yekê, civîna me bi merasîma bîranîna Birêz Nawşîrwan Mistafa destpêkir. Pîştî rêzgirtinê bi beşadarbûna nûnerên Tevgera GORAN, nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî û endamên Dîwana Giştî, li ser kesaet û xebatên Birêz Nawşîrwan axaftin û peyamên xwe yên sersaxîyê pêşkêşkirin. Di heman rojê de wefdek ku ji endamên Konseya Rêvebir ya KNK’ê pêkdihat, li bajarê Silêmanîyê beşdarê mersîma cenaze bû û di tezîyêde jî amade bû. Bi vê munasebetê em wek KNK, carek din Kak Nawşîrwan bi rêz û hurmet bîr tînin, ji malbata wî re, ji Tevgera GORAN re û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Pîştî merasima bîranînê, gorî rojevê di destpêkê de, beşê nirxandinên siyasî yên rapora Konseya Rêvebirhate xwendin. Peyre jî rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhrtin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herwiha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Li ser rewşa Bakur û Rojava, êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk ya li van parçeyan, bombebarandin û êrîşa li ser Şingal, Qereçox û deverên din yên Rojava û Başûr, bi awayekî teybet hate rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin. Di nîqaşan da rewşa Başûr, Rojhilat û bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê jî, bi berfirehî hatin nirxandin. Herwiha rewşa gelê Asûrî-Suryan-Kildanî, rewşa Êzidîyan û rewşa hemî pêkhateyên Kurdistanê hate rojevê, pêwîste nizingbûn ji van pêkhateyan re, li ser bingeha netewa demokratîk be, pir rengî û pir dengîya Kurdistanê bê parastin.

Kurdistan û Rojhilatanavîn di nava rewşeke aloz de derbaz dibe. Şerekî mezin li herêmê heye û Kurdistan ketîye nava agirê wî şerî û ew şer li Kurdistanê car bi êrêşên hêzên dagirker, car bi wekalet (cîgirî) bi rê ve diçe û tê kirin. Ji bilî DAIŞ û hêzên din yên Selefî, dewleta Tirkîyê, Îran, Rejîma Sûreyeyê, Qeter û Siûdî Erebîstan jî, beşeke sereke yên vî şerî ne. Li gel berxwedanî û qehremanîyek bê hempa ya hêzên Kurdistanî, mixabin heta niha jî, can û malê xelkê Kurdistanê ber ziyan û metirsiyê de ne. Seranserê Bakurê Kurdistanê bûye qada şer, li seranserê Rojavayê Kurdistanê jî şer berdewame û dagirkerîya Tirkîyê jî ser ve zêde bûye, li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Şingal, derd9rk Mûsil, Kerkûk û li Germiyana jêrîn gef berdewam in, her wiha Rojhilatê Kurdistanê jî rewş aloz e.”

‘SIYASETA DEWLETA TIKRK LI SER BINGEHÊ TINEKIRINA KURDAN HATIYE AVAKIRIN’

Li Bakurê Kurdistanê, ev nîzikî du salane şerekî giran û pir dijwar pêk tê. Dewleta Tirk bi hemî awayî, bi hemî çekên giran bê sînor êrîş dike. Di êrîşên xwe de, ne heq (maf) ne hiqûq ne jî qanûnan nas nake. Gund û bajaran wêran dike, jîngehê dişewitîne û kesên sivîl dikin hedef (amanc) û dikuje. Sîyaseta legal amanc digre, parlamenter û şaredar jî di nav de sîyasetmedaran dixe zindanan, şaredaran ji wezîfê (kar) dûr dixe û dest datîne ser şaredarîyên Kurdan. Li hember van êrîşan, gelê me û şervanên azadiyê jî, bi fedakarîyek mezin berxwedanekî bê hempa dimeşînin û piranîyên êrîşên dijminan vala derxistin.

‘ÊRÎŞÊN TIRKAN A LI SER ŞENGAL Û QEREÇOXÊ DIJMINAHIYA KÛR A LI SER KURDAN NÎŞAN DIDE’

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur li seranserê Cihanê jî dijmintîya Gelê Kurd dike. Divê em bizanin dewleta Tirk dijminê serekeye û gorî vê rastîyê tevbigerin. Sîyaseta Dewleta Tirk çi li hundir çi li derve, li ser bingeha dijminatîya Gelê Kurd hatîye avakirin û tê meşandin. Dewleta Tirk, ev demeke siyaseta xwe ya Sûriyeyê guherandîye. Niha hemî awayî deskeftîyên Kurdan ji xwe re kirîye amanc, dibêje “çi dibe bila bibedivê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî statû”. Dijî Gelê Kurd bi Emerîka, Rûsya, Îsraîl, Welatên Ereb, Îran, Iraq û Rejîma Sûriyeyê re dikeve nava peywendîyan. Amanca wê ew e ku van hêzan re bazarîyê bike ku bi desteka wan êrîşan bîne ser Gelê Kurd û deskeftîyên Kurdan têk bibi.

Ev e serê dehan salane gelek deverên Başûr bombe dike, 20 sal zêdetîre hinek hêzên xwe li 18 deverên Başûr bi cih kirine û dernakeve. Ev hêz hemî dijê gelê me û deskeftîyên gelê me anîne û dixwaze pêşîya hêzên azadiyê bigre. Dewleta Tirk mafê xwe dibîne ku hinek hêzên Kurdî li Başûr tehdît bike û li Şingal û deverên din, dixwaze sîyaseta xwe bi darê zorê pêk bîne.

Êrîş û bomberdumana dewleta Tirk ya li ser Şingalê û Qereçox, dijminatîya kûr ya dijî gelê Kurd dide nîşan. Êrîşa Şingalê berdewama êrîşa DAIŞê ye, berdewama fermana 73’emîne ya dijî birayên me yên Êzidî ye. Êrîşa Qreçox û deverên sînor ên Rojavayê Kurdistanê, destekdayîna DAIŞ’ê ye û sabotekirina operasyona Reqa yê ye.

‘TÊKÇÛNA ROJAVA ZIYANEKÎ MEZINE JI BO ME HEMÛ KURDANE’

Ji destpêka şoreşa Sûriye û vir ve, helwesta dewleta Tirk ew e ku li Rojavayê Kurdistanê ti statû ji Kurdan re çênebin. Heta niha di serî de DAÎŞ, hemî hêzên Selefî û hêzên şoven, dijî gelê me destek kirine, geş kirine û dane êrîşkirin. Dema dît bi van hêzan nikare pêşîya şoreşa Rojava bigre, vê carê bi hêzên xwe dest bi dagirkerîyê kir. Ev 9 meh in hêzên dewleta Tirk derbazî hinek deverên Rojavayê Kurdistanê bûne û êrşên xwe berdewam dikin. Niha jî dewleta Tirk, bi navê çareserkirina pirsgirêka Sûriye, bi Rûsya û Îranê re dikeve nava hewldanan û li Astana civînên çareserîyê pêk tînin. Lê şertê dewleta Tirk ew e ku divê Kurd weke terorîst bêne navkirin û tevlî danûstandinan nebin.

Li ser Rojava, li alê din êrîşên DAIŞ û hêzên girêdayî Tirkiyê berdewam in. Dem dem jî hêzên rejîma Sûriye jî êrîş dikin. Li gel van êrîşan jî, şorşa Rojava bi serkeftî berdewam dike û roj bi roj pêş de diçe. Lê pêwîste bê zanîn dijminê gelê me pir in û herdem dixwazin planên xirab li ser gelê me çêkin û bimeşînin. Dijminên me dixwazin şoreşa Rojava têk bibin. Têkçûna Rojava ziyaneke mezine ji bo hemû Kurdistanê. Divê rewşa Rojava, weke rojeveke sereke bê destgirtin û gora wê kar bê kirin. Teybetî di warê dîplomasîyê da pêwîste Rojava rojeva yekemîn be û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê çêkirin.

‘LI BAŞÛR KIRÎZA SEREKE SIYASÎ YE’

Rewşa Başûrê Kurdistanê hem di hundirê xwe de hem jî bi peywendîyên xwe yên bi Bexdayê re nebaşe. Şerê DAIŞ’ ê berdewam e. Rewşa aborî jî nebaşe û herêm krîzekî aborî jiyan dike. Xala sereke krîza sîyasiye. Ji xwe krîza siyasî bûye sedemên gelek pirsgirêkan. Hilbijartina serokatîya herêmê di wextê xwe de nehat kirin, nîzingê du salaye wext li ser de derbaz bûye. Ev salek û nîvê zêdetire parlamento jî naxebite û nayê xebitandin. Li Başûr pêşîya her tiştî pêwîste parlamento kom bibe û xebata xwe bike. Niha referandûm di rojevê de ye, pêwîste pêş referandumê parlamento aktîf bibe, biryara referandûmê li parlentoyê bê standin û bingeha wê ya qanûnî li parlamentoyê bê danîn. Herwiha pêwîste hilbijartina serokatîya herêmê di demeke herî zû de bê çêkirin. Di heman demê da pêwîste dabinkirina jîyana rojane ya gel jî bê misogerkirin.

‘ÎRAN BI TI AWAYÎ MAFÊ KURDAN QEBÛL NAKE’

Li rojhilatê Kurdistanê, sîyaseta askerîkirin, çewsandin û asîmîlasyonê ya dewleta Îranê berdewam e. Îran bi ti awayî mafê gelê Kurd qebûl nake. Herçend şereke mezin li Rojhilat nebe jî, lê alozî berdewame. Dewleta Îranê, êrîşên xwe û darvekirina sîyasetmedarên Kurd berdewam dike. Her wiha ew siyaseta bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê (madeyên hişbir) li Kurdistanê, bê navber bi awayekî sistematik dimeşîne. Îran ne tenê di nav xwe de, herwiha di seranserê herêmê de jî, dijê deskeftên gelê me ye. Îran, li Sûriye û Iraqê xwedî bandorekî mezine, li gel nakokîyên navbera herdu welatan jî, dijî gelê me weke dewra berê di dewleta Tirk re dikeve nava îtîfaqan.

Roja 19.05.2017 an de, li Îranê hilbijartinên serokkomarîyê pêkhatin. Rejîma Îranê bi hemî sîstema xwe ve dijî demokrasîyê ye, sîstemeke totalîter û teokratîk e. Di vê sîtemê de îmaknên hilbijartinên demokratîk nînin û ev hilbijartin jî gorî sîstema Ayetullah û Melayan çêbû. Ji ber vê yekê jî hêzên Rojhilatê Kurdistanê ev hilbijartin meşrû nedîtin û boykot kirin. Em vê helwesta hêzên Kurdistanî di cih de dibînin û destek dikin.

‘HÊZÊN CÎHANÊ LI HERÊMÊ KURDAN MUXATAB DIGIRIN’

Her çend hêzên dagirker dijî gelê me di nav îttîfaqan de bin jî, lê nakokîyên wan jî pir in. Li gel van êrîş û alozîyan jî, rewşa herêmê û rewşa Kurdistanê hatîye guhertin. Çavên hêzên sereke yên cihanî li herêma me ne. Kurd hêdî di herêmê da bûne aktorek mezin. Hêzên cihanî Kurdan jî hesab dikin û bi wan re dikevin nava peywendîyan û peymanan çêdikin. Li gel astengkirina dewleta Tirk jî, Koolasyona dijî DAIŞ’ê biryar da ku hêzên QSD’ê destek bike û operasyona Reqayê bi wan re bike. Ev jî mînakek baş ya serkeftinê ye. Îmkanên serkeftinê ji hemî deman zêdetir bûne û zêdetîrîn jî. Pêwîste ev îmkan bi hostayî û pisporane bêne karanîn.

Pîştî nîqaşên siyasî, gorî rojevê rapora kar û xebatan ya Konseya Rêvebir ku xebatên komîsyon û komîteyan jî navde bûn, hate xwendin. Li ser raporê, nîqaşên berfireh çêbûn, rexne hatin kirin û jibo dema pêş endaman pêşniyarên xwe pêşkêşkirin. Konseyê, bersiv da rexneyan û jibo pratîkkirinê jî, pêşniyarên endaman bi nivîskî girtin.

AMDEKARIYÊN JI BO HILBIJARTINA NÛ YA KNK’Ê TÊN KIRIN

Li gorî rojevê, nîqaşek berfireh li ser rewşa KNK’ê, hilbijartinên nû û amadekarîyên Civata Giştî ya 17. Pêk hat. Îsal sala hilbijartinê ye, sala nûkirina endam û hemî dezgehên KNK’ê ye. Divê di van mehên pêşde hilbijartin bêne kirin û pêşîya dawîya vê salê jî Civata Giştî kom bibi. Ligel amadekarîyan, perpesktîfa KNK’ê ya du salên pêşya me jî, hate nîqaşkirin. Hate xwestin ku hilbijartinên endaman û dezgehan gorî vê demê be û KNK di her warî de aktîftir bibe. Herwiha biryar hate dayîn ji bo hemî partî û hêzên Kurdistanî cihê xwe di nava KNK’ê de bigrin, xebatek teybet bê meşandin. Di encama van nîqaşan de, ji bo hilbijartin û hemî amadekarîyan Konseya Rêvebir hate wezîfedarkirin.

Piştî van niqaşan, ji bo xebatên dema pêş û plansazîyê nîqaşan berdewkir. Endaman pêşniyarên xwe pêşkêşkirin. Plasazîya dema pêş hate nîqaşkirin. Konseyê pêşniyarên endaman komkirin, konsey wê kar û plansazîya xwe gorî van pêşniyaran pêkbîne.

Civîna Dîwana Giştî, di 18 salîya KNK’ê da pêkhat. 18 sal pêş niha 24-25-26’ê Gulanê 1999 an de, KNK hate damezrandin. Eve 18 sal e bê navber kar û xebat jibo yekîtîya gelê Kurdistanê tê kirin. Hêvî ew e di 19 salîya xwe de KNK, xurtir bibe û di xebata yekîtîya neteweyî de serbikeve. Bi vê munasebetê, em damezrêner û endamên KNK’ê yên jiyana ji dest dayîn, yên şehîd ketîn, Îsmet Şerîf Wanlî, Îbrahîm Ehmed, Muhamed Resul Hewar, Xalê Dilêr, Engîn Sincer (Heval Erdal), Sakîne Cansiz (Heval Sara), Fîdan Dogan (Heval Rojbîn), Celal Ozkan (Heval Herbijî) û yên din, bi rêz û hurmet bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em bi van hêvîyan 18. salvegera damezrandina KNK’ê, li hemî endaman, li hemî xebatkaran û li gelê Kurdistanê pîroz dikin. “