KNK’ê Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir

KNK'ê bi daxuyaniyeke niviskî Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê yê Misilman pîroz kir û got bi hêviya ku ev sal bibe sala yekîtiya gelê Kurd.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke niviskî Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê yê Misilman pîroz kir û got bi hêviya ku ev sal bibe sala yekîtiya gelê Kurd.

Daxuyaniya KNK’ê ya ji bo Cejna Remezanê wiha ye:

‘’Sibe cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Gund û bajarên me têne wêrankirin, xwezaya welatê me tê şewitandin. Li Rojavayê Kurdistanê şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi hemî awayî berdewam dike. Li Başûr û li Rojhilat jî şer û alozî berdewam in.

Mixabin di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ew e ku yên êrîşê dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nişandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.

Bêguman li her çar perçeyan û li her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşîneke neteweyiya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Di vê mehaha Remezanê, van cejn û erefatan de, me KNK’ê pêngaveke nû ji bo yekîtîya neteweyî daye destpêkirin. Li seranserê Kurdistanê, şandeyên me bi hemî hêzên Kurdistanî re hevdîtinan dikin û zemîna yekîtiya neteweyî xweş dikin. Em hêvî dikin ev sal bibe sala yekîtîyê, bebe sala serkeftînê, bibe sala aştî û azadîyê.

Em bi hêvî û bi wê baweriyê  ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Remezanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin. ‘’