KNK'ê biryara Amerîkayê ya li ser şoreşgerên Kurd şermezar kir

KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî biryara Amerîka ya ji bo desteserkirina sê rêber û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan şermezar kir û got, "Ev helwest bi ti awayî nayê qebûlkirin."

KNK'ê bi daxuyaniya nivîskî bal kişande ser biryara Amerîkayê ya derbarê sê rêber û şoreşgerên Kurd, ku ji bo desteserkirina wan xelata pereyan li ser wan hatiye danîn û diyar kir ew vê helwesta Amerîkayê bi tundî şermezar dikin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Duhî, ji terefê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hate ragihandin ku sê rêber û şoreşgerên Kurd, Birêz Cemîl Bayik, Birêz Mûrat Karayilan û Birêz Dûran Kalkan, kirine lîsteya lêgerînê û ji bo desdestkirina wan xelata pere danîne ser serê wan. Ev helwesta Amerîka, bi çi awayî nayê qebûlkirin û em ê li hember vê helwestê rawestin. Em KNK, vê helwesta Amerîka, bi tundî şermezar û mehkûm dikin."

KNK'ê bi bîr xist ku Bayik, Karayilan û Kalkan ev ji 40 salan zêdetir e di nava şoreşa Kurdistanê de di rêza pêşî de bi serbilindî cihê xwe girtine, Bayik û Karayilan her wiha endamên KNK'ê ne û wiha got:

'HER SÊ ŞOREŞGER DIVÊ BI PAYEYA ZÊRÎN BÊNE XELATKIRIN'

"Endambûna wan a li nava KNK'ê , ji bo me cihê şanaziyê ye. Van her sê rêber û şoreşgeran, hemî temenê xwe, di xizmeta gelê Kurdistanê de derbas kirine. Niha jî, şev û roj vî karê pîroz, bê menfeet û xwebexşane dewam dikin. Evan mirovan temamê jiyana xwe, li hember zulm û zordariya dagirkeran sekinîn, li hember zalim û zordaran mirovatî parastin û xizmet ji mirovatiyê re kirin. Ev mirov, ji bo vê xizmeta xwe ya bê hempa, divê bi payeya zêrîn, bêne xelatkirin û navên wan divê bi herfên zêrîn, bêne nivîsandin. 

'BIRYAR BI ENCAMA BAZARÊN QIRÊJ HATIYE STENDIN'

Hikumeta Amerîkayê, bi vê helwesta xwe ya neheq û bê hiqûq, dibe şîrikê zulm û zordariya dewleta Tirk. Ev helwest, ji ehlaq û pîvanên mîravatîyê dûr e. Ev biryar, weke biryarên berê (lîsta terorê û lîsta narkotîkê) ye, bi encama bazarên qirêj de hatiye standin. Ji bo Amerîka, Kurdên baş û Kurdên nebaş hene. Kurdên li hember rejîma Sadam, yên li hember rejîma Îranê û yên li hember DAÎŞ'ê têdikoşin, Kurdên baş in. Kurdên li hember zulm û êrîşên dewleta Tirk, li ber xwe didin, Kurdên xirab in. Li kîjan parçeyê Kurdistanê be bila bibe, têkoşîna Kurdan li hember dagirkeriyê ye û têkoşîna azadiyê ye. Ev têkoşîn, ji erdê heta ezmanan rewa ye û pîroz e. Bi helwestên li gor berjewendiyên hinek dewletan, ev tekoşîn nayê qirêjkirin.

BANG LI HIKUMETA AMERÎKAYÊ HATE KIRIN

Bi munasebeta vê helwesta neheq, em carek din vê biryarê şermezar dikin, bang li hikumeta Amerîka dikin û dibêjin, dev ji vê helwesta xwe ya du rûyî û zalimane berdin û van lîsteyên neheq ji holê rakin."