KNK'ê Îdo Bavê Şêx bi bîr anî

KNK'ê ji ber koça dawî ya Îdo Bavê Şêx sersaxî ji malbata Bavê Şêx, civaka Êzidî û gelê Kurdistanê re xwest. KNK'ê bal kişand ser kar û hewldanên girîng ên Îdo Bavê Şêx ji bo yekîtiya neteweyî.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi peyamekê xemgîniya xwe ya ji ber koça dawî ya Îdo Bavê Şêx ragihand.

Di peyamê de hate ragihandin ku Îdo Bavê Şêx li Başûrê Kurdistanê di ciwantiya xwe de tevlî karên şoreşgerî bû û heta dawiya temenê xwe di nava kar û siyaseta welatparêziyê de ma.

KNK'ê bal kişand ser giranî û bandora Îdo Bavê Şêx li ser siyaseta Kurdistanî û li nava civaka Êzidî û destnîşan kir ku Îdo Bavê Şêx ji bo yekîtiya neteweyî karên gelekî girîng kir.

KNK'ê bi bîr xist ku Îdo Bavê Şêx di heman demê de endamekî damezrîner ê KNK'ê bû û sersaxî ji malbata Bavê Şêx, civaka Êzidî, gelê Kurdistanê û hemû dostên wî re xwest.