KNK'ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir, banga xwedîderketina li Şengalê kir

KNK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û li dijî êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bang li Kurdistaniyan hemûyan kir ku xwedî li Şengalê derkevin.

Peyama Konseya Rêveber a KNK'ê ya ji bo Cejna Çarşema Sor wiha ye:

"Sibe Çarşem e, Çarşema Sor e, Çarşema Serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike. Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan tevan.

Em niha cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin. Li Şingal, li Efrîn û li Serêkanîyê, êrîş û xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewamin. Rewşa Şingalê hîn bi temamî zelal nebûye. Pirsgirêka Şingalê hingî diçe kûrtir dibe. Du roj in ku artêşa Iraqê li Şingalê ketiye nava liv û tevgerê û êrîşê hêzên parastina Êzîdxanê dike. Dema gelê me amadekariyên pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor dikirin, ewan êrîş dane destpêkirin. Tam di dema ku artêşa Tirk êrîşê başûrê Kurdistanê kir, di heman demê de tevgera artêşa Iraqê ya li Şingalê ne tesedûfe û bi heve girêdayî ye. Em weke KNK, êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şingalê, di heman demê de êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê, bi tundî şermezar û mehkum dikn. Em li gel gelê Şingalê û hêzên parastina Êzîdxanê cihê xwe digrin û em ê hemî awayî wana destek bikin. Em bang li hemî gelê Kurdistanê, dostên gelê me û reya giştî ya cîhanê dikin ku li hember êrîşên artêşa Iraqê, piştgirî bidin xelkê Şingalê. Ev êrîş berdewama êrîşa DAÎŞ'ê ye û berdewama Fermana 74. ne.

2 sal pêş niha, bê ku ji xelkê Şingalê bipirsin, li ser mesela Şingalê, bi organîzasyona dewleta Tirk, di navbera Hevlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hevlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye. Pirs li wan nehatîye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin.

Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendîyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji aliyê DAÎŞ'ê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingaliyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke taybet bêne nirxandin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyarbin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.

Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de tevbigerin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet a paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin.

Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin."