KNK: Dewleta Tirk şa nekin!

KNK’ê bal kişand li ser lîstokên dewleta Tirk û bang li hemû hêzên Başûr kir ku nebin amûrê lîstikên dewleta Tirk a dagirker û wê şa nekin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di derbarê helwest û nêzikatiya hêzên Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. 
KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya li herêmê de têk çûye, lewma berê êrîşên xwe daye gelê Kurd û destkeftiyên wan. Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a di bin rejîma faşîst, nijadperest û dij Kurd a AKP-MHPê de, îro bi hemû hêza xwe dixwazê destkeftiyên gelê Kurd têk bibe. Di serî de li dijî Bakur û Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê jî di nav şerekî de ye. Li Başûrê Kurdistanê hewl dide ku bi rêya afirandina nakokiyan, siyaseta Kurd lewaz bike, da ku di navbera hêzên Kurdan de şer û nakokiyan derxe, zext û şantajan li ser siyaseta Kurd pêk tîne. 

Dewleta Tirk di siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn û cihanê de ketiye qonaxeke xeternak a tekçûnê. Di siyaseta derve de jî hemû bazirganiya xwe li ser dijbertiya Kurdan ava kiriye. Zext û zora li ser Kurdistanê zêdetir dike.”

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û wiha pêde çû:

“Berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kirîz û aloziya dewletê kûrtir dike. Gelê me li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bi rihê niştîmanî û neteweyî piştgriyê dide vê berxwedanê. Dewlet dixwaze berxwedana Kurdan a serkeftî bi destê sîyaseta Kurd a li Başûrê Kurdistanê bişkîne. Yanî sîyaseta “Parçe bike û bi rê ve bibe” dimeşîne. Ew karekterê dewleta Tirk a dagirker, karektereke nû nîne.”

KNK’ê di daxuyaniya xwe de helwesta nebes û nêzikatiya hêzên başûrê Kurdistanê ya xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike rexne kir û wi domand:

“Lê mixabin dewleta Tirk gav bi gav siyaseta xwe ya li dijî Kurdan, li Başûrê Kurdistanê bi pêş dixe. Piştî bêdengiya desthiladariya siyasî ya li deverên Behdînan, niha li deverên YNKê jî siyaseta ku zerarê dide berjewendîyên Kurdan bi pêş dikeve. 

Herî dawî 11ê Çile, qedexekirina bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ya li Silemaniyê vê rastiyê piştrast dike. Balkêş e ku li paytexta Fransa Parîsê, şaredarîya bajarê mezin dîmenên Sakîne Cansiz bilind dike, lê li Silemaniyê ev tê qedexekirin. Beriya demekî jî, nûnertîyên Tevgera Azadî hatibûn girtin. 

Em dibinîn ku YNK di demên dawî de bi polîtîkayên xwe yên di derbarê siyaseta yekîtiya neteweyî de, gav bi gav dikevê nava kemasiyên cidî. Em bang li YNKê dikin ku bila wan kemasiyên xwe sererast bike û di mijara yeketiya neteweyî de xwedî helwest be. 

Siyaseta dewleta Tirk a parçekirina hêzên Kurd, ji ber lewaziya vê helwestê pêk tê. Pêwîst nîne siyaseta Kurd temenê rejîma pûç dirêj bike. 

Kurd îro dikarin bi siyaseteke yekrêzî pêşiyê li stratejiya Dewleta Tirk a li dij Kurdan bigrin, ji ber ku dewleta Tirk îro di hemû aliyan de di nav qeyraneke kûr û dîrokî de ye. Dewleta Tirk ne tenê li serê Kurdan, lê belê li serê hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bûye bela, xeterî û tehdît. Dem ew dem e ku em Kurd bi hev re dewleta ku mafê hebûnê nade gelê me, têk bibin.”