KNK: Bûyera li Kerkûkê dewama plana dagirkerên li Kurdistanê ye

KNK’ê têkildarî bûyera li Kerkûkê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ev bûyera li Kerkûkê berdewamiya plana şovenîst a dagirkerên li Kurdistanê ye û divê em nehêlin dewleta Tirk a dagirker û kirêgirtiyên wê bigihîjin armanca xwe.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê bûyera li Kerkûkê rûdayî, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Careke din Kerkûk bû qada rikaberiyeke nexwestî. Di encama nerazîbûna gelê Kurd a ji siyaseta xerab a rêveberiya bajêr de xwepêşandanên sivîl destpê kirin. Di encama xwepêşandinan de hêzên asayişê yên bajêr bi gule û tundûtîjiyê êrîşî dengê wêrek ê xelkê kirin û çend hemwelatiyên Kurd şehîd û birîndar bûn. Berpirsiyariya vê bûyerê bi pileya yekem di stûyê parêzgarê Kerkûkê de ye. Ew kesên ku destê wan di xwîna hemwelatiyên Kurd geriyaye, pêwîst e cezaya qanûnî bigirin.

Rewşa Kerkûkê girêdayî planeke gelek salan e û Tirkiye jî roleke xerab di vê tevliheviyê de dilîze û berdewam dest di karûbarên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên veqetiyayî werdide. Berpirsê asayîkirina vê rewşê û ji destwerdanên derveyî re sînordanîn berpirsiyariya Hikûmeta Iraqê û Serokkomariya Komara Iraqê ye.

Bûyerên Kerkûkê yên nexwestî bi taybetî û yên navçeyên Kurdistanî yên veqetiyayî bi giştî encama çaresernekirina pirsgirêkan e li ser bingeha nexşerêya makezagonî ku di madeya wê ya 140'î de hatiye diyarkirin. Pêwîst e li gorî madeya 140'î ya makezagona Iraqê pirsgirêka navçeyên Kurdistanî yên veqetiyayî bê çareserkirin û taybetmendiya navçeyên Erebkirî li ber çavan bê girtin. Ji bo vê yekê jî, berpirsiyariya parastina aşitî û silametiya xelkê navçeyên veqetiyayî dikeve stûyê Neteweyên Yekbûyî (NY). Li gorî berpirsiyariya navneteweyî divê di parastina mafên mirovî yên gelê van navçeyan de rola wan hebe.

Çênabe ku ew rastî bê paşguhkirin ku tunebûna stratejiya hevbeş a Kurdistanî û rikaberiya hizbî û berjewendiyên berteng ên partiyên desthilatdar qelîşeke mezin çêkiriye ku dagirkerên Kurdistanê destê xwe di rikaberiyên siyasî yên hêzên Kurdistanê werdin.

Ji bo bidestxistina hemû armancên gelê Kurdistanê pêwîst e zêdetir hewl bê dayîn da ku yekîtî û yekdengî di asteke bilind de bê pêkanîn û armanca dagirkeran a xerab ji holê bê rakirin. Em ji bo lidarxistina kongreya neteweyî û pêkanîna komîteyeke hevbeş, ji bo avakirina stratejî û plana têkoşînê bangewaz dikin. Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û pêwîst e ji bo misogerkirina parastina aştî û taybetmendiya wê stratejiyek bê avakirin û li pêkvejiyana pêkhateyên Kerkûkê û gelê Kurdistanê tevî hemû netewe, dîn û mezheban rêz bê girtin.

Ji plana bêyom a Lozanê heta bûyerên 2'ê Îlonê yên xwînî yên li Kerkûkê siyaseta binpêkirina mafên gelê Kurdistanê tê meşandin. Dagirkerên Kurdistanê li dijî destkeftiyên gelê Kurd in, bi taybetî jî li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ne.

Çênabe ku ew yek bê paşguhkirin ku tunebûna yekîtiya neteweyî ku armanca hemû hêzên neteweyî û Kurdên azadîxwaz e, derfetê dide  dagirkeran û rê li ber dagirkeran xweş dike. Ev bûyera xwînî ya li Kerkûkê jî berdewamiya heman plana şovenîst a dagirkerên Kurdistanê ye û pêwîst e em rê nedin wê nîfaqa dewleta Tirk a dagir û kirêgirtiyên wê ku dixwazin pêkhateyên Kerkûkê bikin sotemeniya vê nîfaqê û bigihîjin armancên xwe.”