KNK: Aşûta li Wanê encama polîtîkayên dagirkeran e

"Miks herêmeke berfîn e. Divê rêveberî li gorî rewşa herêmê tedbîran bigre. Lê diyare tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Ev polîtkayek dagirkeran e. Ew ji gel re xizmetê nakin, dixwazin gelê herêmê herdem di bin tehdîtan de bin û ew herêm bêne valakirin."

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber aşûta du rojên dawî li Wanê ket daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Van her du rojên dawî li herêma Miksê ya Wanê du aşûtên mezin bi ser gelê me de hatin. Heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 kesan. Bi dehan kes birîndar bûn û winda ne.

Bi vê munasebetê em, kesên jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin. Her wiha em hêvî dikin ku kesên windayî bi sax û silamaet bêne dîtin."

KNK'ê diyar kir ku ev karesateke mezin e û ragihand, "Raste şape (aşût) bûyereke xwezayî ye, lê mirov dikarin li hember van bûyeran tedbîr bigrin. Miks herêmeke berfîn e. Pêwîste rêveberî li gorî rewşa herêmê tedbîran bigre. Lê diyare tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Ev polîtkayek ya dagirkeran e. Ew ji gel re xizmetê nakin, dixwazin gelê herêmê herdem di bin tehdîtan de bin û ew herêm bêne valakirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Agahdariyên ji herêmê tên, sedemê sedemê vê karesata mezin li gel rayedarên herêmê yek jê jî mesulên AKPê yên herêmê ne. Ewan di van rojên ku berfek zêde hatî de tedbîrên pêwîst negirtine û berê xelkê dane vê herêmê û bûne sedemê vê karesata mezin.

Li Miksê karesateke mezin qewimiye. Pêwîstî bi destek û pişgiriyê heye. Em bang li gelê xwe dikin ku bi her awayî xwedî li mexdûrên karesatê derkevin û ji gelê herêmê re bibin alîkar.

Hêviya me ew e kesên windayî bi sax û silamet bêne dîtin. Em carek din, ji malbat û gel re sersaxiyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin."