KNK: Şoreşa Rojava di 9'emîn salvegera xwe de bi serketî dewam dike!

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 19’ê Tîrmehê salveger 9. a Şoreşa Rojava peyamek nivîskî weşand û ji bo xurtkirin û xwedîderketina li şoreşê bang kir.

KNK’ê bi minasebeta 9. salvegera Şoreşa Rojava peyamek da û di peyamê de bal kişande ser ked û fedakariya şervanên ku di oxira wê şoreşê de şehîd bûne.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

"19ê Tîrmeha 2012'an, li Kobanê pêngava pêşî hate avêhtin, Kobanê azad bû. Bi azadkirina Dêrik û Efrînê coşa şoreşê xurt û germtir bû. Gav bi gav li seranserê rojavayê Kurdistanê berdewam bû. Ev pêşveçûn berdewam in. Di serî de sê kanton (Cizîr, Kobanê û Efrîn) hatin damezrandin. Li gorî wê rêveberiya xweser hate avakirin. Bi azadkirina Girê Spî û bi hevgirêdana kantona Cizîr û Kobanê şoreşa rojava kete qonaxeka din. Piştre jî deverên dagîrkirî Heseke, Hol, Şedad, Minbic, Tebqa, Reqa, bakur û rojhilatê Dêra Zorê hatin azadkirin. Her wiha sîstema xweser gav bi gav cihê xwe girt. Niha jî rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyayê ji nû ve tê sazkirin, meclîsên herêman têne avakirin.

Șoreșa rojavayê Kurdistanê tenê şoreşeke çekdarî ya li hember dagirkerî û desthilata hegemoniya rejîma Sûriyeyê nebû. Belku proje û modêleke xwe birêveberiyê ye li ser binemaya azadî, demokrasî, wekheviya cenderiyê û pêkve jiyana gelan û jîngeparêziyê hatiye damezirandin. Ev proje bala gelek dostên Kurdistanê kêșa. Li seraserê cîhanê bi hezaran dost û hevkaran qesta rojavajê Kurdistanê kirin. Hejmarek ji wan ji bona vê modêlê giyanê xwe feda kirin. Nemirî û serbilindî ji bo hemû wan lehengan yên giyanê xwe ji bona azadî û parastina rojava pêșkeș kirî.

Bêguman bi çêbûna modêleka bi vî awayî û bi destveanîna wan armancan karekê wiha sana û bê arîşe nabe. Bi taybetî li deverekê ku berdewam di bin gefa êrîșên dijminan û di bin dorpêça aborî ya derdor de be.

Serketineke din a herî mezin têkșkandina hêz û desthilata tarî û hovane ya DAÎŞ'ê bû. DAÎŞ a ku zêdetir ji nîvê cografiyaya Sûriyeyê girtibû bin kontrola xwe û xwedî hêzeke leșkerî ya mezin û dewletek li navçeyê damezirandibû, li ser destê azadîxwazên Kurdistan û hevkarên wan hate tekbirin û helweșiya. Ev serketinek dîrokî ya şervanên Kurdistanê bû. Vê serketinê gel û hêzên me zêdetir bi cîhanê dane naskirin, rêya azadî, aştî û çareseriyê xweş kir. Bi helkefta vê serketina mezin û dîrokî, em carek din YPG-YPJ-QSD'ê pîroz dikin û serketinên mezintir ji wan re dixwazin. Me di vî şerî de gelek bedel dan. Ev serketin bi xwîna hezaran şehîd û birîndaran pêk hat. Em hemî deyndarên wan e. Bi vê helkeftê em carek din di kesayetiya şehîdên rojavayê Kurdistanê de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe ditewînin.

Li gel vê yekê jî, êrîşên li ser Rojava û bi giştî bakurê Sûriyeyê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî berdewamin. Dewleta Tirk, ji bo pêşî li şereşa Rojava bigire û nehêle kantonên Rojavayê Kurdistanê bigihin hev, bi bahaneya DAÎŞ'ê di Tebaxa sala 2016'an de, herêma Cerablûs û Bab ê dagir kir. Pîştî wê jî dewleta Tirk, bi erêkirina Rûsya û çavlêgirtina hêzên din yên navneteweyî, di serê sala 2018'an de êrişê Efrînê kir û dagir kir. Peyre jî bi erêkirina rêveberiya Emerîka, di Cotmeha 2019'an de erişî Serêkanî û Girê Spî kir û dagir kir. Hem li herêma Efrînê, hem li herêma Serêkanî û Girê Spî, gel û şervanên azadiyê, berxwedaneke bêhempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta Tirk û hevkarên wê, êriş û gefên xwe yên li ser Rojava berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser karin. Bi hemî şiyanên xwe êrişên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewame.

Şoreşa rojava, bi fedakarî, bi lehengî û bi xwîna pakrewanan hate pêşxistin. Ji bo şoreş bi pêş keve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hatin dayîn. Berxwedana bêhempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê Cihanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê,  ew bû sembol û bû destanek navneteweyî.

Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremaniyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nêzîkbûna xwe ya ji bo gelan û baweriyan, bi nêzîkbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi taybetî li hember sîstemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê de rola jina azad, bûye mînakek cîhanî û bala hemî cîhanê dikişîne ser xwe. Rola jina Kurd di Şoreşa Rojava de kete rojeva cîhanê û bi baldarî tê şopandin.

Şoreşa Rojava, di heman demê de şoreşa pêkhateyên herêmê ye. Bi vê şoreşê Kurd, Ereb, Suryanî-Kildanî-Asûrî, Ermenî, Çeçen û yên din, weke bawerî jî Misilman, Mesîhî, Êzidî û Elewî, li ser bingeha wekheviyê bi hevre di nava aştiyê de ne. Her wiha ji aliyê yekîtiya hêzên Kurdistanî ve jî gavên cîdî hatine avêhtin. Çendîn civîn bi partî û rêxistiyên cuda yên siyasî yên rojavayê Kurdistanê hatine encamdan û gehiștine derencam û hevgehiștinên baș.

Şoreşa rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve, di nehemîn salvegera xwe de jî bi serketî berdewam dike. Bi vê helkeftê em weke KNK, salvegera nehemîn ya şoreşa rojava, di serî de  li şervanên azadiyê û hemî gelên Kurdistanê pîroz dikin, di şexsiyata şehîdên rojava de, hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe ditewînin."