KMMK: Kolberek birîndar bû û sê kolber jî hatin destgîrkirin

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ê ragihand ku îro hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Ûrmiyê gule li kolberan reşandin, di encamê de kolberek birîndar û sê kolber jî destgîr bûne.

Li gorî agahiyên ku KMMK’ê parve kirî, îro kolberekî bi navê Selman Mehmûdiyan ku ji gundê Şikilava ya girêdayî navçeya Mirgever a Ûrmiyê ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve birîndar bûn, her wiha 3 kolberên din ên bi navê Pervîs Mihmedî, Samî Mihemedî û Ceafer Mihemedî jî hatin destgîrkirin.

KMMK’ê her wiha da zanîn ku ew koma kolberan li sînorê bajarê Ûrmiyê ketibûn kemîna hêzên rejîma Îranê, di encamê de Selman Mehmûdiyan ku birîndar bibû rakirin nexweşxaneya Ûrmiyê.

Li gorî bîlançoya navenda KMMK’ê ji destpêka îsal heta niha 104 kolber ji aliyê hêzên çekdarên rejîma Îranê ve hatine destgîrkin.