KJK: Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin

KJK'ê ji malbata Mexmûrê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd dan sersaxî xwest û got, "Em ê xwîna wan li erdê nehêlin." KJK'ê diyar kir, gelê Mexmûrê bi sekna xwe ya xurt nîşan da ku wê ti carî serî li ber dagirkeran netewîne.

Balafirên şer ên artêşa Tirk roja 13'ê Kanûnê bombe li kampa penaberan a Mexmûrê barandin û di encamê de Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn.

Konseya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) nameyek ji malbata dayika Mihemed re şand û sersaxî ji malbatê û gelê Mexmûrê re xwest.

KJK'ê bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên rejîma Erdogan ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda didomîne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li gel her şêweyên zext û zordariya dewleta Tirk, gelê Mexmûrê serî li ber dagirkeriyê netewandiye, rêya namûs û rûmetê hilbijartiye û nirx û rûmeta xwe parastiye.

KJK'ê diyar kir, ev sekna gelê Mexmûrê weke nexweşiya penceşêrê di bedena Erdogan û rejÎma wî de digere, lewma Mexmûr bûye yek ji hedefên sereke yên dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, gelê Mexmûrê di nava têkoşîna azadiyê de her tim li refên herî pêş e û li her malbatê şehîdek, li hinekan jî gelek şehîd hene.

Konseya Rêveber a KJK'ê da xuyakirin ku yek ji van malbatan jî di êrîşa dawî ya dewleta Tirk de şehadetên giranbuha da û got, "Em di destpêkê de bi navê tevgera jinê KJK'ê sersaxiyê ji hemû ferdên malbatê re û ji gelê me yê li Mexmûrê re dixwazin. Em soz didin ku xwîna wan wê li erdê nemîne û dibêjin; êşa we êşa me ye. Em vê malbatê weke malbateke bi rûmet nas dikin ku bi sekna welatparêziyê di têkoşîna azadiyê de xwedî cihekî taybet e."

KJK'ê helwesta gelê Mexmûrê ya li dijî êrîşa dewleta Tirk weke sekneke bi heybet pîroz û silav kir û wiha dewam kir: "Em di wê qenet û baweriyê de ne, çawa ku berî bi 25 salan xwe radestî faşîzmê nekir, serî netewand û hêviyên faşîzmê têk bir, bi sekna xwe ya îro jî peyameke xurt daye serçete Erdogan. Hemû planên wî têk bir û nîşan da ku wê ti carî nikaribe wan ji doz û nirxên xwe qut bike. Em careke din dibêjin, bi navê Komalên Jinên Kurdistanê, em ê tola wan hilînin. Sala 41'ê ya PKK'ê wê bibe sala têkbirina faşîzmê û azadkirina Rêber Apo."