Kişanak û Tuncel nehatin berdan

Di danişîna 10'an de ya  doza Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel de jî Kişanak û Tuncel nehatin berdan.

Danişîna 10'an a doza ku hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel jê dihate darizandin îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Meletiyê hate dîtin. Di danişînê de Wekîlên HDP'ê, Alîkara Hevseroka DBP'ê, parlamenterê Swîsreyê yê bajarê Zurîhê hazir bûn. Her wiha ji Navenda Giştî ya ÎHD'ê, ji şûbeya wê ya Amedê û Melatî jî nûner hazir bûn.

Bi idîayên 'avakirin û rêvebirina rêxixtinê', 'propagandya rêxistinê', 'li gel hişyariyê jî tevlêbûna nav civîn û meşên derqanûnî' ji bo Kişanak 230 û ji bo Tuncel 145 sal ceza tê xwestin.

Kişanak û Tuncel tevlî danişînê nebûn. 6 parêzerên Kişanak û Tuncel di danişînê de hazir bûn.

Parêzeran gotin KCD pêkhateyeke siyasî ye ku Meclîsê jî ew qebûl kiriye, hemû tiştên ku di lêpirsînê de  jê re sûc tê gotin xebatên şaredariyê û partiyên siyasî ne. Parêzweran gotin tiştên ku jê re propaganda tê gotin jî azadiya derbirîn û ramanê ye û xwestin ku miwekilên wan werin berdan.

Şandya dadgehê piştî ku nîv saet navber da danişînê daxwaza berdana Kişanak û Tuncel red kir û danişîn taloqî 17'ê Kanûna 2018'an kir.