KHRN’ê têkildarê binpêkirinên rejîma Îranê ya 2021’an raporek weşand

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê derbarê binpêkirinên mafê mirovan ên sala 2021’an ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kirin, raporek weşand. Di raporê de bilindbûna rêjeya xwekuştina jin û ciwanan bal dikişîne.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê (KHRN) bi raporekê binpêkirinên mafên mirovan ên rejima Îranê yên sala 2021’an eşkere kir.

Di raporê de tê diyarkirin sala borî (2021) herî kêm 41 kolber li deverên sinorî yên parêzgehên Azerbaycana rojava, Kurdistan û Kirmaşanê di encama gulebaranên hêzên rejimê û bûyerên xwezayî de jiyana xwe ji dest dane. Ji vana 21 kolber bi destê hêzên Îranê, kolberek bi destê hêzên dewleta Tirk, du kolber di encama bombebarana balefirên bê mirov ên Tirk de hatine kuştin. Her wiha kolberek zarok jî piştî dest bi ser hespê wî de digrin, xwe dikuje. Li devera sinorî ya Urmiye û Bane jî çar kolber windabûne û çarenûsa wan nayê zanîn.

Di dewamê de tê diyarkirin di nava heman salê de 130 kolber jî di encama gulebarên hêzên Îranê, Tirkiye, Iraqê, her wiha bûyerên xwezayî û teqîna mayînan de birîndar bûne.

Di beşek din a raporê de îşaret bi pêkanîna cezayê darvekirinê hatiye kirin, tê gotin, sala borî herî kêm 45 girtiyên Kurd di girtîgehên cûda yên Îranê de hatine bidarvekirin.

Her wiha di raporê de tê gotin, par li girtîgehên Mehabad, Bokan, Urmiye, Tehran û Sineyê de 5 girtiyên Kurd ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji destdane. Her wiha li bjarên Mako, Pîranşar û Nexde jî di encama gulebarana hêzên Îtlaetê de çar welatî birîndar bûne, piştre hatine girtin û heta niha çarenûsa wan nediyare.

Di dewama rapora KHRN’ê de tê diyarkirin, çar girtiyên din ên Kurd di girtîgehên Şehabat, Xoy, Urmiye û Îlamê de ji ber nebûna xizmetguzariyên tendirûstî yan jî xemsariya bizîşkan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha du çalakvanên siyasî yên endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û Hizba Demokrata Kurdistan (HDK) li bajarên Silêmanî û Hewlêrê yên Herêma Kurdistanê bi destê hêzên Îranê hatine qetilkirin.

Di raporê de cih tê dayîna bûyerên kuştina jinan û tê gotin, sala borî herî kêm 34 bûyerên kuştina jinan li bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên malbatî çêbûne.

Her wiha herî kêm jî 78 jin û zarokên keç li bajarên cûda yên Rojhilata Kurdistanê ji ber pirsgirêkên malbatî, hejarî û zewicîna di temenê biçûk de, dawî li jiyana xwe anîne.

Di raporê de tê gotin, di sala 2021’an de 374 welatî û çalakvanên Kurd ji ber sedemên siyasî ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine binçavkirin. Ji vana 274 kesên sivîlin, her wiha herî kêm jî 62 kes li dadgehan bi tometên siyasî biryara girtinê yan jî bi darvekirinê lê hatine birîn.

Di dawiya raporê de jî îşaret bi rewşa karkeran tê kirin û tê gotin, sala borî herî kêm 50 karkerên Kurd ji ber nebûna mercên xwe parastinê di dema karkirinê de jiyana xwe ji dest dane.