Kewara ceh a nû ya AKP’yiyan: Şaredariyên qeyûmê

Şaredariya Qoserê ku dewleta Tirk a bi rêvebriya AKP’ê dest li ser danî, şaredar rehîn girtin û karmendê xwe li ser danî, bû kadîna AKP’yiyan.

Li Mêrdînê piştî ku qeyûm anîn ser şaredariyên DBP’ê yên navend û navçeyan lihevnekirina rantê berdewam dike. Qeyûmên ku li şûna şarederiyên gel hatin danîn weke seroktiya navçe û bajêr ên AKP’ê dixebitin. Qeyûm û ekîbmanê wan her fersendê ji xwe re dikine amûra reklamê, konên fitarê yên ku di her Remezanê de têne danîn, ‘alîkari’yên bi navê projeyên sosyal belav dikin dikine amûra propagandayê.

PARKÊN KU LI SER WAN LI HEV NAKIN NIHA GIRTÎ NE

Piştî ku qeyûm Ahmet Odabaşî anîn ser Wekîltiya Şaredariya Qoserê, şaredarî ji AKP’ê û qoricîyan re bû deriyê rankê. Parkên nav bajêr, destûrên wan hatin betalkirin û dane AKP’yî û qoriciyan. Ji ber li ser parvekirina parkan van derdoran li hev nekiriye park niha girtî ne.

PIŞTÎ ŞEŞ CARAN HATE BETALKIRIN 400 AKP’YÎ

Îhaleya Îş-kurê ya ku ji bo Şaredariya Qoserê hatî kirin, ji ber ku li ser lîsteyê li hev nekirin 6 caran hate betalkirin. Di îhaleya di ser Îş-Kurê re 315 personel ji bo şaredariyê dihatin standin, di lîsteya dawî de 40 personel ji bo çandê û 92 zabita jî lê hatin zêdekirin.

JI BO VEKIRINA ‘KANÊN ŞORBEYÊ’ 400 HEZAR TL

Piştî qeyûmên li Qoserê ‘Kanên Şorbe’yê hatin vekirin. Ji bo vekirina wan 400 hezar tl dane şîrketên organîzasyonê yên ku ji derveyî bajêr anîne.

Lêçûna kesên ku bi navê ‘şaredariya dest û bira’ tên bajêr, ji kîsê şaredariyê ye. Her wiha lêçûn nayên kontrolkirin jî.

ŞAREDARÎ BÛYE QALEKOL

Qeyûm Odabaşi midûrên beşan ji derve anî, şaredarî di destê hevkarên AKP’ê û qorîciyan de ye. Avahiya şaredariyê bûye qaleqolên leşkerî.

NAYÊN SER KAR LÊ MEHMIZA XWE DISTÎNIN

Li şaredariya qoserê di beşa Park û Baxçeyan de 67 kes hatin peywirdarkirin lê tenê 22 kes li qadê dixebitin. Hevjîna Şaredarê berê yê Şenyurtê L.D. weke ku karê paqijiyê dike girtine lê ji dema ku kirine kar rojekê jî nehatiye ser kar lê her meh mehmiza xwe distîne.

JI BO EMNIYETÊ KONTENJANA TAYBET

Bi referansa Şaredariya Qoserê F.B, S.B, N.O, M.H.C., S.Ç. û R.B. yê ku boyaxê dike bi rengê ku xebatkarên paqijiyê bin anîn ser kar lê carekê re jî neçûne şaredariyê.

Kepçe û qemyonen şaredariyê ketine bin xizmeta taybet a malbatên AKP’ê. Wesayitên ku polîsan dibîn û tînin ji bo Şaredariya Qoserê kirine weke wesayitên navbajêr ê birin û anînê.

Piştî qeyûmê li şaredariyê cara pêşî girêdayî Memur-Senê, rêxistina Bem-Senê tê kirin. Xebatên endamtiyê bi şantaj û zorê ye.

QEYÛM BÛNE DERIYÊ RANTÊ

A.T. yê ku ev 7 sal in li Şaredariya Qoserê dixebite got ku beriya niha gelek projeyên Şaredariyê hatin astengkirin lê niha piştî ku qeyûm hat hemû astengî rabûne, derfet hemû ji wan re hatine vekirin û piştî qeyûmê her kes ketiye pey rantê.

A.T. got di  şaredariya qeyûmê de xizmet nîn e lê rant heye.