Kevneşopiya ciwanekî Kelhor li lûtkeyên çiyayê Zagrosan

Di nava gera me ya di çiyayên azad de em li rastî çîrokeke din hatin. Ç îroka me bi dengê gerîlayekî Kelhor dest pê kir.

Di nava gera me ya di çiyayên azad de em li rastî çîrokeke din hatin çîroka me bi dengê gerîlayekî Kelhor dest pê kir. Ji ber wê ye dibêjin gerîlayê ku hemû çandan di hembêza xwe de xwedî dikin, bi xwîna xwe parastinê dike.

Bi dawîkirina “hore”yê re gerîla Leşker xwe bi me da nasîn û lêgerînên ku di nav de bû anî ser ziman. “Navê min Leşker Yarsan. Li Kirmaşanê ji dayik bûme zilmek li ser gelê me tê meşandin. Her kes vî tiştî dizane bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê me jî ew zilm û zorî dît. Me Rêber Apo nas kir.”

Gerîla Leşker ew zilm û zordariya ku li ser Kurdistanê tê meşandin jê re dibe mîna lêgerînekê ku bikaribe li beramberî zilm û zordariyê serî rake. Di dawiyê de fikr û îdeolojiya Rêber Apo nas dike. Leşker Yarsan dibêje ku, “Bi rêk fîlm, pirtûk, kanalên Kurdî min îdeolojiya Rêber Apo nas kir. Dema ku me Rêber Apo nas kir me biryar da ku em beşdarî nava refên gerîla bibin”

Di nava axaftina gerîla Leşker de tişta sereke ew bû tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin li ser tevahî gelê Kurde tê meşandin. Pêwîst e em bêdeng nemînin û beşdarî nava refên gerîla bibin.

Leşker Yarsan dibêje ku, “Ev tecrîd li ser miletê feqîr û hejar tê meşandin. Rêber Apo dijmin bê desthilat kiriye. Rêber Apo miletê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê zindî kiriye.”

Di dawî de gerîla Leşker bangawaziya xwe ji ciwanê Kelhor dike ku li beramberî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin û dibêje, “Tekane rêya şikandina tecrîdê ev e ku beşdarî nava refên gerîla bibin û fikir û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas bikin. Wekî gerîlayekî Kurdistanê daxwaziya min ji gelê Rojhilat û bi taybet ji jin û ciwanên Kirmaşan û Yarsan ev e ku werin beşdarî nava refên gerîla bibin. Bi taybet ciwan, pêwîst e, em bêdeng nemînin û beşdarî nava refên gerîla bibin.”