Kevana zêrîn û meşa ber bi 'Rêwitiya Rojê'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin tecrîda girankirî de dikeve 72 saliya xwe. Gelê Kurd ji bo rojbûna Ocalan, carek din di 4’ê Nîsanê de, bi navê “Rêwîtiya Rojê” wê ber bi Amarayê ve bimeşe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li seranserê cîhanê bi milyonan kes wî wek vîna xwe qebûl dikin, wê di 4'ê Nîsanê de bibe 72 salî. Her sal bi awayekî girseyî mirov berê xwe didin gundê Amara yê ku Ocalan lê hatiye dinyayê û di 4'ê Nîsana îsal de jî wê çavê mirovan li Amara û Îmraliyê be.

Berî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo em bibin şahîdê wê kelecana gundê Amara û li jiyana zarokatiya Rêber Abdullah Ocalan guhdar bikin, em di 1’ê Nîsanê de ji bo biçin ‘Welatê Rojê’ em dikevin li ser rêya vê axa pîroz û bi bereket.  

KEVANA BIBEREKET

Gundê Amara yê bi Tirkî jêre Omerlî tê gotin, li qadeke ku Torosa Navîn ji rojhilat ve digihîje deşta Mezopotamyayê, bi geliyan hatiye parçekirin û girên wê yên biçûk hene ava bûye. Gundê Amara yê li kevaneya ku Çemê Firatê ji 5 kîlometre dûrî wê ber bi başûr ve diherike cih digire, xwedî avhewayeke Derya Spî ya dereng e. Gund di heman demê de tam li nîvê herêma di dîrokê de jêre Kevana bi Bereket tê gotin hatiye avakirin. Amara di roja me de jî ji bo hemû çandên nebat û heywanan guncaw e. Herêma gundê Amara ku yek ji cihên civaka neolîtîk lê pêş ketiye ji xisletên wê yên neolîtîk ên hê jî xurt in tê fêmkirin. Li gund hebûna civaka neolîtîk hê jî bi xurtî didome. Yek ji xisleteke din a girîng a li qadê jî ew e ku ji qewm û civakên etnîk ên curbicur re mîna bûye deriyê derbasbûnê.

‘WELATÊ ROJÊ’

Amara ya ku weke welatê bi Kevana bi Bereket tê binavkirin, di dîroka qewm û neteweyan û bi taybet jî ya Kurdan de xwedî cihekî girîng û pîroz e. Bi sedê salan ev erdnîgariya giranbiha ji bo kesên li wir dijîn bû hêlîn û stargeh. Ev axa bi bereket ya ‘Welatê Rojê ye’ cihê ku ji bo gelên Gelên Kurdistanê bûye wargeha dayik bûnê. Ev axa ku ji bo ku gelên Kurdisatnê bûye çîroska rizgarkirinê, gundê Rêber Abdullah Ocalan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li vê xaka pîroz hatiye dinê. Ji ber ku dibistan li gund tinebûye, Rêber Abdullah Ocalan li gundê Cîbînê xwend û ji bo biçe dibistanê jî her sibeh, nêzî 4 kîlometre rê dimeşe. Hê di wê deme de lîstîk, limêj û parvekirinê de pêşengtî dikir.

‘ADAR MIZGINIYA NÎSANÊ YE’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê 22 sal in tê tecrîdkirin, di 4'ê Nîsanê de wê bibe 72 salî. Her wiha çavê gelên Kurdistanê jî li çalakiyên rojbûnê yên li gundê Amarayê ne. Ji bo ku em biçin Amara li Rihayê li beranberî çaderêya abîde li hêviya wesayîta ku biçin gund radiwestiyan û nêzî 20 kêliyan em li benda wesayîtê man. Piştî ku wesayît hate em lê siwar bûn û ji bo ku biçin gundê ‘Rojê’ em ketin li ser rê. Di wesayîtê de nêzî 12 gundî hene û ji bo bazirganiya mehê hatine navenda bajêr.  Ji navenda Rihayê û heta ku em gihiştin Amara em di heft gundan de derbas bûn, gundên ku em tê da derbes dibin bi xemla biharê xemilîne û di çavê hemû gundiyan de jî kelecana 4’ê Nîsanê xwe dide der. Wesayîta ku ez lê siwar bûme dayikek 55 salî û qiza wê ya 13 salî li kêleka wê rûniştiye li pêş min rûniştine. Dayik berê xwe dide qiza xwe û dibêje, “Adar mizgîniya Nîsanê ye, Nîsan meha rojbûna Serok Apo ye. Di 2’ê Nîsanê de hêzên dewletê hemû rêyên diçin Amara digrin û nahêlin ti kes bikeve gund.” Piştî vê axaftina dayikê qîza 13 salî serê xwe dizivirîne û dipirse, çima rê tê girtin? Dayik dibêje, ‘ji bo ku ti kes neçe tevlî çalakiyên pîrozkirina rojbûna Serok Apo nebe.” Rêwîtiya me didome û rawestgeha wesayîtê ya herî dawî gundê Ereh yê Ermeniyane, ji wir wesayît naçe Amara. Piştî ku wesayît li Ereh rawestiya û me hewlda ku em werin xwarê, ajokarê wesayîtê ku temenê wî dibe 48 sal be li me nêrî û fêm kir ku ez biyanî me ji min re got, ‘tuyê biçî Amara’ min got, belê. Ajokar got, ‘siwar be ez ê te heta gundê Amara bibim.’

RÊ Û KÛÇEYÊN RÊBER APO TÊ DE MEŞIYAN

Ev cara min ya duyemîne ku têm vê axa bereket û li mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê hatiye dinyayê dibim mêhvan. Piştî ku em ji wesayîtê di nava gund de hatin xwarê kelecana min ya ku Rêber Abdullah Ocalan jî di van kûçeyan de meşiyaye destpêkir. Ez û hevalê xwe yê rojnameger gav bi bav dimeşin û ber bi mala dîrokî ve diçin. Hevalê min yê rojnameger jî ewqas bi kelecane. Di nava rê de em rawestiyan û min li hevalê xwe nêrî jê re got, ‘bifikire rê û kûçeyên ku Rêber Abdullah Ocalan tê de meşiyaye em jî dimeşin. Ev kelecan û hestek gelek cuda ye’. Mirov bi gotinan nikare bine li ser ziman, divê mirov vê yekê bijî.

‘MALA SEROK APO YE’

Gav bi gav em dikevin hewşa mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê hatiye dinê. Di heman wextê de wêneyek ê Rêber Apo ku di wextê zarokatiyê de kişandiye hate li ber çavê min û wî wênî ez di hişê xwe de zindî dikim ku difikirim ku Rêber Apo divê hewşê de baz daye û lîstik lîstiye. Nêzî 10 kêliyan wiha ez difikirim û bi vê şad û kelecan dibim. Piştî rawestina me ya dihewşê de em berê xwe didin deriyê avahiyê û du caran li derî dixin. Carekê kekê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bang kir û got, ew kiye? Em çawan ketin hindir de Mehmet Ocalan rabû li ser lingan û xêrhatina me kir. Wê rojê Mehmet Ocalan çûbû nava zeviyê û kar kirîbû gelek westiya bûm û serê wî jî pir diêşiya. Berî ku em rûnin rabû got, ez ê nan ji were çêkim, hûn birçî ne. Ligel ku em israr dikin û dibêjin, kekê Mehmet em nebirçîne jî Mehmet Ocalan qebûl nake û dibêje, ‘Evder mala Serok Apo ye. Kesên werin vir mêhvanên Serok Apo ne, kesê were divê bê xwarin û vexwarin neçe ji vir.

WEXTÊN WÎ YÊ DIBISTANÊ

Piştî demekê ez xwe nagrim û bêhna min dernakeve û bi kelecanek mezin pirsa bîranînê wî û Rêber Abdullah Ocalan dikim. Mehmet Ocalan jî wiha qala bîranînê xwe yê bi Rêber Abdullah Ocalan re dike:

“Em li gundê Amara yê Xelfetiyê çêbûne, ji ber ku dibistan tinebûye bavê wî birayê wî li dibistana gundê Cibînê (tirkmen û ermenî lê diman) qeyd kiriye û got: "Wê gavê li gundan feqîrî hebû. Gava her sibe diçû dibistanê , hêkek du hêk dixist nava nanê garis an jî genim diçû. Wê demê dibistan heta êvarî vekirîbûn. Jiyana Serok heya demekê wiha dewam kir. Puanê wî yê dibistanê pir baş bûn. Havînê sibehê zû em şiyar dikirin dibir nav bax û baxçeyan. Pir ji kevokan hez dikir. Li gund Hesen, Teyar û Azîz hebûn. Ew hevalên me yên zarokatiyê bûn. Ew jî carinan bi me re dihatin. Kesek neçûna jî Serok digot 'Tu yê bêyî.'"

HAT GIRTIN

Mehmet Ocalan anî ziman ku wê çaxê birayê wî bi her kesî re li hev dikir û ji her kesî bêtir dixebitî. Mehmet Ocalan desetnîşna kir ku piştî birayê wî dibistana Cibînê dawî kiriye 3 salan jî li Nizîbê xwendiye û dû re Lîseya Tapo Kadastroyê ya Enqereyê dawî kiriye û got: "Wê çaxê çûm leşkeriyê. Min leşkeri li Serfermandariya Giştî ya Enqereyê kir. Wê çaxê Serok jî Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kiribû. Lê haya min jê tinebû. Gava li leşkeriyê  bûm dê û bavê min nikaribûn bên ba min. Lê Serok du hefteyan carekê dihat cem min. Rojekê, 30 Adarê bû, hat. Ji min re got, 'dibe van rojan em bên girtin.' Min sedema wê pirs kir. Ji min re got, 'Mahîr Çayan û hevalên xwe hatin qetilkirin. Me û 3 heb hevalan fakulteyê boykot kir.' Paşê Serok nameyek ji min re şand. Di nameyê de gotibû, hatine girtin, di Girtîgeha Mamakê de ne û xwestibû wî bibînim. Ez çûm girtîgehê. Ne şaş bim Serok di ya Jimare 2'yan de bû.

Kincên leşkeran li min bûn. Ên bi min re hatin gişa xizmên xwe dîtin. Min xwe bi xwe got, çima ev min naxin hundir. Saetek derbas bû. Wê kêliyê min dît 4 leşker hatin, ên bolûka me bûn. Min girtin. Min pirsî, 'çima hûn min digirin.' Gotin, 'Tu leşkerî, hevdîtina te ya bi siyasiyan re qedexe ye, çima tu hatiyî.' Min jî nizanibû. Min ji wan re got, 'ew birayê min e, ez hatime wî bibînim.' Gotin, 'Na.' Destê min kelemçe kirin, ez birim. Min birin dadgehê. 10 rojan cezayê dîsîplînê li min birîn, min xistin cihekî wekî girtîgehê. Dadgeha min dewam dikir. 10 roj şûnde ez berdam. Serok careke din name şand. Pirsî bû, 'Çima tu nehatiyî'. Min jî jê re got, 'Ez hatim, lê ez girtim û 10 rojan di girtîgehê de mam.' Min her tişt jê re got. Serok ji min re got, 'Tiştên wan gotiye ne rast in, her malbat dikare bi xizmên xwe yê girtîre hevdîtinê çêbike.' 6-7 mehan di girtîgehê de ma."

GOTINÊN BAVÊ WÎ YÊN DER BARÊ PIRSGIRÊKA KURD DE

Mehmet Ocalan diyar kir ku ji ber ku bavê wî kal bû, di karê nav malê de alîkariya wî dikir û loma neçûye dibsitanê. Ocalan anî ziman ku piranî tevî bavê xwe cot dikir û wiha dom kir: "Rojeke payizê bû. Serok û Cemîl Bayik hatin malê. Ne şaş bim sala 1974 bû. Diya min jineke sert û hişk bû. Lê gelek qîmet dida mêvana. Xwarin ji wan re amade kir. Ez, Serok û Cemîl Bayik rûniştibûn. Bavê min li ber derî rawestiya û got: 'Hûn berê çepgir û komînîst bûn, niha hûn bûne Kurd. Pirgirêka Kurd pirsgirêka gelek mezin e. Hûn ê çawa karibin ji nav derkevin.' Bavê min ev her du peyv gotin, paşê got, 'hûn dizanin.' Wê çaxê her duyan jî tiştek negot."

ROJEKE REŞ BÛ

Mehmet Ocalan, li ser serdema girtina Rêber Abdullah Ocalan û hevdîtina ku ewilî pê re pêk anî kir.

Mehmet Ocalan, ewilî behsa 15'ê Sibata 1999 komploya navdewletî kir û ji bo vê rojê ev tişt got: “Rojeke reş e û bi ti awayî nayê qebûlkirin. Di şexsê Serok de peyam dan hemû Kurdan. Gava Serok ji Sûriyeyê derket me dizanibû. Wê çaxê em sirgûn kiribûn, şandibûn Edeneyê. Mala me li wir bû. Em li bajaroka Mîsîsê, li sirgûnê bûn. Komplo, pir berfireh bû. Em jî ji çapemeniyê hîn bûn. Radyoya BBC'yê hebû. Min heya sibehê ew guhdar dikir. Hê dewletê tiştek negotibû, BBC'yê ragihandibû ku hatiye girtin. Gelên Kurdisatnê ji nişkave xwe di nav êgir de dît. Gava Serok Apo radestî Tirkiyeyê hatibû kirin li gelek deverên dinyayê mirov rabûne ser lingan. Kurd û dostên wan komployê qebûl nedikirin. Gelek mirovan xwe şewitandû bertek nîşan dan. Kurdan, Serok wekî rêberê xwe didîtin û bi vî awayî têkoşiyan."

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINA EWIL

Mehmet Ocalan anî ziman ku piştî birayê wî hatiye girtin, ji bo hevdîtinê tev geriyane û wê demê parêzeran xeber ji wan re şandiye û ew û xwişka xwe Havva bihevre çûne Stenbolê. Mehmet Ocalan, wiha behsa wê demê kir: "Êvarî li Edeneyê em li otobêsê siwar bûn. Roja din em gihan Stenbolê. Cîhan li ser piya bû. Li her derê Stenbolê 24 demjimêran agir pêdiket. Li her derî çalakiyên mezin dihatin lidarxistin. Em li otogara Stenbolê wisa man sekinî. Şaş neyê bîra min Osman Baydemîr em ji otogarê girtin. Em li texsiyekê siwar bûn çûn Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê. Wê çaxê wekaleta me gitin. Çapemeniyê digot, Serok birine Girava Îmraliyê. Piştî me wekalet da, em çend rojan li wir man. Me her roj ji bo hevdîtinê serlêdan pêk dianî, lê destûr nedidan. Em jî mecbûr man dîsa vegerin Edeneyê. Çav û guhê me li çapemeniyê bû, gelo wê kengî xeberê bidin me û em ê biçin giravê."

15 ROJ ŞÛNDE HEVDÎTINA EWIL

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku piştî serlêdana ji bo hevdîtina ewil bi 15 rojan, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa gazî wan kirine û got, piştî ji wan re gotine dibe ku biçin giravê, ew û xwişka xwe Havva dîsa çûne Stenbolê. Ocalan, wiha behsa rêwîtiya wê demê kir: "Çawa em çûn, îstixbaratê xwe da dora me. Me ferq kir. Pir kifş bû. Tevî parêzeran em çûn mala malbateke serhedî ji Qersê bûn. Polîsan dora malê dorpêç kiribû. Em li wê malê man. Parêzer Hatîce Korkût û Mahmût Şakar jî li cem me man. Em 4 kes bûn. Em ji mal derketin û li wesayîtê siwar bûn. Hê jî me dişopînin. Pêşî em çûn Yalovayê. Paşê em çûn Gemlîkê. Em li keştiyê siwar bûn çûn Girava Îmraliyê. Keştiyek biçûk bû, çep rast dihejiya. Me digot hindik maye noq bibe. Piştî ser me kontrolkirin em birin cihê ku Serok lê ye."

'HEVDÎTINA EWIL PIR ZEHMET BÛ'

Mehmet Ocalan anî ziman ku paşê jî hevdîtin pêk hat û wiha behsa hevdîtina ewil kir: Gava em çûn wir, min got, 'Divê em bi hestiyarî tev negerin, negirîn.' Berî me parêzeran hevdîtin pê re çêkiribû. Ez dibêm nîv saet derbas bibû. Min dît Serok hat. Me silav da hevdû. Ji min re got: '20 sal in min û te hev nedîtiye, tu hê jî wekî xwe yî. Di warê fizîkî de tu qet nehatiî guhertin. Min jî got, 'Ji niha û pê ve a rast çi be em ê wê bikin.' Serok wê çaxê pir bêhal bû. Pir zehmetî kişandibû. Pir derman dabûnê. Helbet şert jî pir giran bûn. Her roj di zor û zehmetiyê de bû. 20-30 deqeyî me bi hev re axivin. Gotin, 'Hevdîtin bi dawî bû.' Piştî me parêzeran hevdîtin pê re çêkir. Paşê em li heman keştiyê siwar bûn hatin Gemlîkê. Ji Gemlîkê heta Yalovayê mirov kom bibûn. Hevdîtina ewil zehmet bû."

‘PIRSGIRÊKA KURD’

Ocalan bibîr xist ku piştî hevdîtina ewil gelek hevdîtin pêk hatin û got: “Di wan hevdîtinan de Serok ji min re got, ‘Ji bo çareseriyê çi hewce be ez ê bikim.’ Mehmet Ocalan anî ziman ku tim û tim li ser serok ambargoyek heye û wiha dom kir: “Di salên 2014-2015'an de êdî hevdîtin be temamî hatin astengkirin. Ev pri xirab bû. Ji roja ewil ve tenê pirgirêkek Serok hebû ew jî pirsgirêka Kurd bû. Digot, wê pirgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe. Serok timî bal dikişand li ser Şengalê û ji bo ewlehiya Şengalê were gitin nirxandinên girîng dikir. Dîsan gelek li ser Rojava radiwestiya.

HEVDÎTINA DAWÎ Û CORONA

Mehmet Ocalan diyar kir ku piştî hevdîtinên bi grevên birçîbûnê yên 2018-2019'an dest pê kirin careke din tecrîd dest pê kiriye û ev tişt got: “Piştî şewata li Îmraliiyê di 2'yê Adarê de ez çûm Îmraliyê. Ev hevdîtin jî pir zehmet bû. Lêgerînên di dema hevdîtina dawî de bi ti awayî nayên qebûlkirin. Gava Serok hat, 'Got, em bi destê hev du negirin. Gava tu hatiyî di dema lêgerînê de li germa laşê te mêze kirine, gotine laşê te germ e. Loma em bi destê hev du negirin. Tu li wî aliyê maseyê be ez ê jî li vî aliyî.' Serok, hê wê çaxê bi vî awayî bal kişandibû ser şewba coronayê.

Piştî hevdîtina min ya bi Mehmet Ocalan re vê carê min berê xwe da zeviya ku Rêber Abdullah Ocalan tê de paletî kiriye. Di nava zeviyê de biraziyê wî Omer Ocalan heye û ew jî bi zeviyê re eleqeder dibe. Di nava zeviyê de têkildarî pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê û ‘Meşa Rojê’ em axivin.

ROJBÛNA GELÊ KURD

Omer Ocalan, bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bin vê darê bi hevalên xwe re sohbet dikir, timî dihat dibinê vê darê de pirtûk dixwend û got: "Gava behsa 4'ê Nîsanê tê kirin, ewilî gundê Birêz Ocalan Amara tê bîra mirov. Çima Birêz Ocalan? Birêz Ocalan, di siyaseta Kurdî de xwedî rol û mîsyonekê ye. Berê çemekî bi aliyekî şaş de diherikî rast kir û têkoşiya. Gelê kurd, baş bi vê dizane.

Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê ku ji sala 2004'an ve tên pîrozkirin, heya niha gelek caran hatine astengkirin. Di pîrozbahiya 2009'an de hêzên dewletê ciwanên Kurd Mûstafa û Mahsûm şehîd kirin. Piştî vê her sal ji her derê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kesî berê xwe da Amarayê. Pîrozbahiyên girseyî hatin kirin. Ya herî bicoş, a 2015'an bû. Bi hezaran kes wekî qernewalê 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Ev manewiyateke girêdayî têkoşîna gelê Kurd e. 4'ê Nîsanê bû sembol. Em dikarin bibêjin rojbûna gelê Kurd e. Ji lew re, Kurd ji roja komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha tên eciqandin. Lê niha bi dengekî bilind li ber xwe didin û cîhan wan nas dike. Kurd dibêjin, 'Em hene, mafên me hene, ji bo van mafan statuyek divê.' Berê jî berxwedan çêbûn. Lê belê têkoşîna Birêz û Ocalan û hevalên wî gelê Kurd ji nû ve vejand."

‘DI NEWROZÊ DE GELAN PEYAMA XWE DA’

Omer Ocalan diyar kir ku 4'ê Nîsanê tenê wekî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan nabînin û got: "Di şexsê Birêz Ocalan de rojbûna gelê Kurd e. Her kes dikare li cihê xwe pîroz bike, wekî Newrozê. Newroz, serîhildana Kawa ye li dijî neheqiyê. Em dixwazin li warê xwe wekî hev bin. Di vê têkoşînê de paya Birêz Ocalan, payek mezin e. 4'ê Nîsana gelê Kurd pîroz be. Rojbûna gelê Kurd pîroz be. Di 21’ê Adarê de gelên Kurdistanê peyamek herî xort da. Gelan îşaret bi Birêz Ocalan kir û xwestin tecrîd ji holê rabe."

Gelê Kurd ji 4'ê Nîsana 2004'an heta 2017'an ji bo 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin bi dirûşmeya "Azadiya Rojê" berê xwe didin Amara û "Rêwîtiya Rojê" kirin. Lê 3 salên dawî ji ber qedexe OHAL û dorpêçan nikarin Meşa Amarayê bikin. Îsal gel dê 72 saliya salvegera rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz bikin.

PÎROZBAHIYA 4'Ê NÎSANÊ

Kekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, bal kişand ser 4'ê Nîsanê roja rojbûna birayê xwe jî û got: "Rojbûna Serok li hemû gelan û li gelê Kurd pîroz be. Hêvîdar im di pêş de pirgirêka Kurd çareser bibe û em bi hev re rojbûna wî pîroz bikin. Di roja rojbûna Serok de bi hezaran kes berê xwe didan gund. Di navbera gund û Xelfetiyê de 15 kîlometre heye. Ev navber ji mirovan xalî nedibû. Lê piştî sala 2015'an  dewletê êdî pîrozbahiyên rojbûnê qedexe kirin. Beriya roja rojabûnê gund dorpêç dikirin. Dev ji Xelfetiyê berdin herêm giş dorpêç dikirin. Ev ne çareserî ye. Tu dikarî her tiştî qedexe bikî, lê gel ji vê hez dike. Tu nikarî vê hezkirinê bişikînî. Hêvîdar im ev qedexe bi dawî bibin. Ev ne çareserî ye. Qedexekirina tu carî nebûye çareserî. Biryara gel e, gel çawa bixwaze wê wiha pîroz bike. Deriyê mala Serok ji her kesê re vekiriye. Kesên werin her kes mêhvanê Serok e. Ser serê min û çavê min bên."

‘DIVÊ SIYASETMEDARÊN LI EWROPAN E BIXEBTIN’

Mehmet Ocalan  detnîşan kir ku tekane kesê pirsgirêka Kurd û pirgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike Serok e û got: "Heger pira di navbera gelan de hilweşe, wê jiyana gelan qut bibe. Di pirsgirêka Kurd de aktorê herî mezin Serok e. Serok timî digot, ‘Divê siyaseteke demokratîk bê kirin, em ji bo kes û koman siyasetê nakin. Em ji bo gelan bixebitin. Çareserî li ku be em li gor wê siyasetê bikin.’ Divê berî her tişî tecrîd ji holê rabe û em bikarin hevdîtinê bikin. CPT bi xwe balkişan li ser tecrîda li Îmraliyê. Lê mixabin ji bo tecrîd ji holê rabe ti hewldanên wan tinene. Bar dikeve li ser milên Kurdan. Bi hezaran siyasetmedar li welatên Ewropa dijîn, divê timî dinava çalakiyan û hevîtinan de bin. Dîplomasî gelek girînge divê siyasetmedarên li Ewropan e bixebitin. Konseya Ewropa û CPT divê li ser tecrîdê rawestin û zextan li Tirkiyeyê bikin.”