Rê neda cenazeyê gerîlayê TÎKKO/TKP-ML Ataş bikeve Dersimê

Rê nehate dayîn ku cenazeyê gerîlayê TÎKKO/TKP-ML Ataş ê di şerekî li Pîlemûriyê de şehîd bûbû bikeve Dersimê.

Berî du rojan cenazeyê gerîlayê TÎKKO/TKP-ML Hasan Ataş (Şerzan) ê di şerekî li navçeya Pîlemûriyê ya Dersimê de şehîd bûbû ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê radestî malbatê kiribû. Cenazeyê Aktaş ê ji bo bibin navenda Dersimê piştî kontrolkirina nasnameyê û şûnde bi demkî rê lê girtin û vegerandin. Li ser astengkirinê cenazeyê Aktaş birin Mala Cemê ya Mazgêrt. Piştre jî bi tevlîbûna Parlementerê HDP’ê Dilşat Canbaz leşkerên ku rêya giştî ya navenda Mazgêr ketina Bûlgûrcular û Lazvan girtin, rê nedan ku welatî tevlî marasîma cenaze bibin.

Qeymeqamê navçeyê û fermandarê jendermeyan li malbata Ataş geriya, diyar kirin ku tenê malbat dikarin tevlî merasîma cenaze bibin, berovajî rê nadin ku cenaze bê veşartin. Malbat ji bo bikaribin cenaze bibin navenda Dersimê wê bikeve nava hewldanan. Cenazeyê Ataş li Mala Cemê ya Mazgirê tê ragirtin.