Keskîn: Dinya bi berxwedêran diguhere

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, ew bi hêvî ye berxwedana greva birçîbûnê bigihêje encamê û got, "Dinya bi berxwedêran diguhere. Ev berxwedan jî wê vê cografyayê biguherîne."

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest pê kiriye didome. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger axivî. Keskîn anî ziman ku ji bo Leyla Guven û girtiyên din bidin jiyîn li rê û rêbazan digerin.

‘DEWLET DIXWAZE ŞER BIDOME’

Keskîn da xuyakirin ku pêvajoya diqewime tenê ne meseleya AKP’ê ye û anî ziman ku di vê pêvajoyê de rêxistinbûna dewleta kûr di mijara gotinê ye. Keskîn destnîşan kir ku dewletek qirkirinê pêk tîne re rû bi rû ne û got: “Di encama li hevkirina dewletê û dewleta kûr re ne çareserkirina pirsgirêka Kurd derket holê. Her wiha piştî pêvajoya aştiyê me texmîn dikir ku tecrîdek kûr li pêşberî me ye û li hemberî vê tecrîdê jî çalakiyên grevên birçîbûnê wê bikevin dewrê de. Dewlet dixwaze tundî û şer berdewam bike. Sedema bêdengiya li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêzdar Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê, daxwaza şer tekrar dike. Dîsan sedema duyemîn jî heye. Ne tenê Bakurê Kurdisatnê li çar parçeyê Kurdistanê tevgerek heye. Bi taybetî ji serkeftin û xurtbûna Tevgera Kurd ya li Sûriyê Tirkiyê acîz dike. Tirkiye bi vê acizbûna xwe ya li dijî Tevgera Kurd tecrîdê kûr dike.”

‘TECRÎD GEFA LI DIJÎ GELAN E’

Keskîn bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan ji roja ewil heta niha bi awayek sîstematîk didome û wiha pêde çû: “Ji roja ewil heta niha ez vê pêvajoyê dişopînim. Dema Rêzdar Ocalan nû anîn Tirkiyê ez yek ji heft parêzerên Ocalan bûm. Weke roja ewil tecrîd berdewam dike. Girtîgeha Îmraliyê wê demê jî girêdayî cihek ji derveyî qanûnê bû. Me bi xwe jî ne dizanî ev girtîgeh girêdayî kijan cihê bû. Dema me ji bo hevdîtina Rêzdar Ocalan serî li dozgeriyê dida wê demê seredozgeriyê digot, ez ne berpirsyar im û kesê ji Îmraliyê jî berpirsyar nizanim. Ji roja ewil heta niha bêhiqûqî li Îmraliyê heye û ev bêhiqûqî di roja îro de di asta herî bilind de didome. Dewlet nikare weke girtiyek ji rêzê nêzî Rêzdar Ocalan bibe. Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî gelan e. Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike û welatên Ewropa jî li hemberî vê yekê bêdengiya xwe diparêze.”

‘AKP ALÎGIRÊ ŞER E’

Keskîn destnîşan kir ku wê şahidiya salên 90’î yê herî dijwar kiriye û ev tişt got: “Di sala 1990’an de dema ku gund dihatin valakirin, mirov dihatin windakirin û kuştin, dewletê weke hikûmeta AKP’ê şer nediparêst. Dema ku mirov vê pêvajoyê baş binirxîne dibîne ku ku AKP tenê alîgirê şer e. Hêzên dewletê bi riya medyaya civakî wehşeta salên 90’î nedihat kirin niha pêktîne. Dema ku gerîlayek jiyana xwe ji dest dide bi awayek hovane bi cenazeyan dilîzin û vê yekê bi awayek eşkera li ser tevna civakî parve dikin. Dewlet êşkenceyê rewa dike û civakê hînî nîjadperestiyê dikin. Ez bawer dikim û bi hêvî me wê berxwedana Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan dawî li vê pêvajoya dijwar bîne.”

‘OCALAN XWEDÎ HEMAN MAFÎ YE’ 

Keskîn anî ziman ku ew wek parêzvanê mafê mirovan tecrîdê teswîb nabînin û got: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven daye destpêkirin çalakiyek xwezayî ne. Mafê her girtiyî yê hevdîtinê heye. Rêzdar Ocalan jî xwedî heman mafî ye. Lê mixabin Ocalan tecrîd dikin. Dema ku me bi Leyela Guven re hevdîtin kir, Leyla Guven anî ziman ku ‘ez naxwazim bimrim, ez dixwazim bidim jiyankirin’. Em ÎHD ji bo tecrîd bidawî bibe di nava tevgerê de ne. Di salên 90’î dema herî dijwar de jî me dikarî em bi wezîr û saziyên dewletê re hevdîtinê bkin. Lê belê di roja îro de em nikarin xwe bigînin tu wezîran û muxaftaban nabînin. Dewletê bi giştî deriyê xwe ji bo saziyên civakî girtiye. Ji bo vê yekê serlêdanê tên kirin bê encam tên hiştin. Her dem ez dibêjim kesên li ber xwe didin pêvajoyê diguherînin. Ev berxwedan teqez wê guhertinê û aramiyê bîne li ser vê axê.”